Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xerckirin ji bo mamostayan destmaye ye bo pêşerojê

14:20 - 19 Çirriya pêşîn 2014

Hesen Salihzade

“Xerckirin bo mamostayan destmaye ye bo pêşerojê”, eva diruşma îsal ya rêkxirawa cîhanî ya fêrkariyê ye ku roja 5’ê Octoberê wekî roja cîhaniya mamostayan û dersbêjan diyarî kiriye. Sala 1994’an di civîna wezîrên perwerde yên welatên endam di UNSCO de, roja 5’ê Octoberê wekî roja mamostayan diyarî kirin da ku bi vê boneyê ve asta çawaniya fêrkariyê bilind be, û civak giringî û bihagiraniya hewce bide dersbêjan.

Ji wê demê şûnde dewletên piraniya welatên endam di hemberî vê helwesta UNSCO de xwe bi berpirsyar dizanin, û bi armanca pêregihîştina baştir bi pirsa xwendinê, awireke micid li jiyana mamostayên xwe dane. Li gorî baweriya mamostayên biyavê perwerdê, bilindkirina asta jiyana mamostayan bandoreke rasterast li ser çawaniya dersgotinê heye.

Perwerde û hînkirin di belgenameyên mafên mirovan de, di navbera du cemserên mamosta û dersxwanan de, bi armanca geşekirina hemû aliyane ya kesayetiya mirov, kar û kiryareke watedar e, û dibe bi hûrê em lê binêrin.

Di vê derheqê de roja mamosta di nav rojjimêra îro rojê ya Îranê de, wek yek ji cemserên perwerde û fêrkirinê di roja 12’ê Banemerê de, xûya dike.

Rêûresma roja mamosta di demekê de, di Îranê de bi rêve diçe ku rewş û hewayê ne salim ya deshilatê hindî ku tê, zêdetir bi ser perwerdehiyê de zal dibe.

Di encama rewşeke bi vî awayî de kêşeyên rojane yên jiyana mamostayan, nebûna ewlehiya pîşeyî û zext û givaş û çavedêriya ne rewa bi ser kom û civînên wan de, zêde bûye. Destêwerdana bê cî ya bîrokeya deshilatê di derheqê diyarîkirina xet û nîşanan bo kitêbên dersî, neçarkirina dersbêjan bo perwerdekirina dersxwanan bi pirtûkên bi nawerokek lawaz, û binpêkirina yasayên carnameya mafên mirovan û heya yasaya bingehîn ya Komara Îslamiya Îranê li derheq wergirtina perê bi zorî ji dersxwanan, zêdekirina bê sedem ya fêrgehên navdewletî, rewşa hiloşîner ya avahiya xwendingehan û kêmiya kelûpelên dersxwanan, guherîna ne karnasane ya sîstema perwerdehiyê, û bernameyên ne serdemiyane yên hatûçûna dersxwanan beşek biçûk ji wan pirsyaran in, ku dibe deshilatdarên pêwendîdar bi sîstema perwerdehiya Komara Îslamiya Îranê, bersiva wê bidin.

Dewleta Îranê di demekê de bas ji pirsa jêhelbirina budceya Wezareta Perwerdê dike ku zêdetir ji %90 ji vê bûdceyê ji bo pirsonela wezareta wê tê mezaxtin, û di encam de tiştek wek destmaye bo pêşerojê namîne.

Bi vî halî jî radeya mûçeya pirsonela Wezareta Perwerdehiyê, di gel radeya bilindbûna enfilasyonê yek nagre. Piraniya mamosta û dersbêj di bin hêla hejariyê de de dijîn, tenê ew mamosta nebin ku ji riya karekî din ve, şêwe jiyaneke “ne mirin, ne jiyan” bixwe peyda kiribin.

Li gorî pêwerên standard ên cîhanî, dema azad ya mamostayan bo vê yekê hatiye danîn ku têde bikarin zanyariyên zêdetir û teknolojiya nû ya rojê hîn bibin, û vê jî veguhêzin bo polên dersgotinê, lê mixabin mamostayên civaka Îran û Kurdistanê ji vê derfetê mifaha şaş werdigrin, û bo guherîna jiyana baştir û pêregihîştin bi mal û zarokên xwe riya bazar û kasibiya ne hejî digrin pêşiya xwe.

Hekî binkeyeke bi hêz wek Wezareta Perwerdeya Îranê, serbarê şiyana xwe ya malî, armanca wan ji pêdana heqdestê pirsonêlan, tenê bergirîkirin e ji mirina wan, eva em dikarin bêjin ew dezgeh, dezgeheke çewsîner e, û ji bilî dabînkirina aliyê kêm ya heqdestên wan, erkên xwe yên mirovî jî bi cih negehanidine. Ji dîtingeha sîstemek bi vî rengî de, fêrgeh dibe kargeha berhemanînê, û fêrkar jî tenê bîr ji wergirtina aliyê herî kêm yê heqdestê xwe dike. Di encama vê sîstema ne hejî de, pêwendiya mamosta û dersxwan dibe pêwendiyeke mekanîkî û komek diyardeyên ne hez û tundûtîj li pey xwe tîne, ku qerebûkirina wan di pêşerjê de karekî sanahî nine.

Rast e ku xwest û daxwaziyên mamostayan tenê ji riya pêkhate û nawendên pîşeyî ve desteber dibe, lê heya niha jî mamosta û dersbêjên civaka Îranê û Kurdistanê, bi sedema zext û givaşa tirsonekane ya nawendên ewlehiyê yên rejîmê ji hebûna rêkxiraweyeke serbixwe û seranserî û berdewam, bê par bûne. Her wek em dibînin bi vî halî jî çerxa xebata rewa ya mamostayan li derheq bidestxistina mfên wan yên destpêkî neketiye gerê. Her di vê rêbazê de hejmareke berçav ya mamostayên nîştimanperwer ên gelê me, berbirûbûyê cezayê giran yê sêdare, girtîgeh, îşkence, derxistin, û dûrxistin û ...hwd bûne.

Di dawiyê de, pêvajoya ber bi pêşveçûna bûyeran û karnameya çend sale ya Dezgeha Perwerdehiyê ya li jêr deshilata Komara Îslamiya Îranê de, nîşan dide ku pêşeroja mamostayan û dersxwanan, îsal jî wekî salên berê, dibe qurbaniya bîrdoziya ne serdemiyane ya taqimek berpirsyarên berjewendîxwaz, û tu hêviyek nahê dîtin ku berpirsyarên rejîmê, daxûyaniyên cîhanî yên mamostayan, û amojgariyên wan berçev bigrin, û rêz û hurmetê ji wan bigrin.

Herçend Wezîrê Perwerdehiyê yê wê demê yê Komara Îslamiya Îranê yek ji beşdar û wajokerên civîna binavkirina roja mamostayan, wate 5’ê Octoberê bû, lê li gorî ezmûna çendîn sale ya xwe, û bi vegeriyana bo Tehrana germ û nerm ya pêtext, roja mamostayan û armancên UNSCO’ê bo hertim ji bîra xwe birin.