Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ebdullah Rehîmî

14:32 - 19 Çirriya pêşîn 2014

H: Arif Vêlzî

Birêz Ebdullah Rehîmî kurê Ebdulxefûr di sala 1962 (07.11.1341) di malbateke xelîfeyê mezin yê terîqeta Qadirî di gundê Nerwê ya ser bi beşa Nosûd ya bajarê Pawe de tê dinê.

Navbirî derheq jiyana xwe û malbata xwe weha dibêje: “Bi sedema vê ku malbata min, xwediyê gellek bax û pez û malatan, û zewiyên çandiniyê bû, her di destpêka çûna bo xwendingehê, min havînê karê malê dikir, û demên din jî, min bi xwendinê re derbaz dikirin, heya ku şoreşa gelên Îranê rû da, ku wê demê ez bo sala sêyemîn ya paşnawendiyê qebûl bûm”.

Navbirî nasyariya xwe bi PDKÎ re weha tîne ziman: “Piştî eşkerebûna xebata PDKÎ, û destpêkirina şoreşa gelên Îranê ku temenê min 17-18 sal dibû, û herêma nosûdê bi tewahî di destê pêşmergeyan de bû, min PDKÎ nas kir, û di refên Yekîtiya Lawan de ez hatin organîze kirin, ku eva destpêka nasyariya min bi PDKÎ re bû”.

Navbirî ku berî tevlîbûna bi refên pêşmergeyan re bi sedema karê rêkixistinê bo PDKÎ, 15 rojan tê girtin, weha bas ji girtina xwe dike: “Piştî serhildana gelên Îranê mixabin min nekarî ku xwendina xwe bidomînim, heya wê demê ku Nosûd ji aliyê rejîmê ve hate dorpêçkirin. Di havîna sala 1981’an de, bo domandina xwendina xwe ez çûme Pawe. Vêca min hem ders xwand û hem jî karê rêkxistinî bo PDKÎ kir, lê mixabin di zivistana heman salê de, ez hatim girtin, û piştî 15 mehan di Banemera sala 1983 (1362’an) de, ez hatim berdan, û cardin min hewl da ku xwandina xwe bidomînim, lê bi sedema karê siyasî ez hatim derkirin. Lê min dev ji xwandinê berneda heya ku min karî bi xwandina muteferiqe dîplomê wergirim”.

Navbirî şêweya hatina xwe bo pêşmergatiyê bi vî awayî ji me re bas kir: “Min karê rêkxistinî domand heya sala 1987’an, ku li ser biryara Komîteya Şaristanê ez bûme berpirsyarê teşkîlata hemû rêkxistinên veşartî yên herêma Hewraman, wate Pawe û Ciwanro û Riwanserê. Bi sedema eşkerebûna rêkxistinên me, di roja 07.04.1366 (1987), wate roja kîmyabarankirina bajarê Serdeştê hêzên Komara Îslamî hewla destbiserkirina tewahiya endamên rêkxistina me dan, mixabin ku beşek ji wan hatin girtin û îdamkirin, lê bi xweşî ve ez neketim destên wan de, û min karî ku xwe rizgar bikim û piştî zêdetir ji 20 rojan tîmeke hêza pêşmerge hate pey min û ez birim nav PDKÎ de, û ez bûme pêşmerge”.

Navbirî bi vî awayî bîranîna xwe ya xweş bi Agirî re parve kir: “Payîza 1987 (1366’an) piştî çend mehan pêşmergatiyê ez bûme mamostayê ser bi perwerdehiya Hewraman, ku wê demê xwendingehên destpêkî û nawendî ku zêdetir ji 300 dersxwanan têde ders dixwand, di herêma Deretifê û Şoşmê de bûn, ku di rastî de ew der pişt cibheya PDKÎ jî bûn. Dawiya Payîzê em bo dewreyeke mamostatiyê şandin Qendîlê. Dewreya me hevdem bû di gel konferansên kongireya heştemîn. Rojekê rêûresma bidawîhatina dewreya Fêrgehê bû. Pêşmergeyek bi navê mamosta Peyman birêvebirê rûêresmê bû. Dr. Qasımlo jî di vê rêûresmê de wê beşdar biba. Bi hilkevt min piştîneke reş girêdabû, û mamosta peyman jî rêdîn danîbû. Em hemû dizanin ku wî ji kincên reş û rêdînê hez nedikir. Lewra dema ku Dr. Qasimlo hate nav hola rêûresmê, mamosta Peyman ji aliyê Dr. Qasimlo ve hate rexne kirin, lê mamosta Peyman hinek hêcet girtin. Wisa diyar bû ku Dr. Qasimlo hêcetên wî qebûl kirin, lê her wekî tane (tevn) çepikek jêre lêda. Ji tirsa vê ku Dr. Qasimlo piştîna min nebîne, heya piştî rêûresmê jî ku bo wênegirtinê em derketin derve, min zincîra kapşînê xwe heya bin çena xwe kêşabû. Belê eva bîreweriya xweş ya min bû”.

Navbirî bi vî awayî bas ji bîreweriyeke nexweş ya pêşmergatiya xwe dike: “Bi baweriya min, bo hemû endam û kadr û pêşmergeyên PDKÎ, roja şehîdbûna Dr. Qasimlo roja herî nexweş ya serdema pêşmergatiyê ye”.

Wî derheq jiyana xwe ya hevpar jî weha bersiva me da: “Sala 1366 (1987)’an bi armanca pêkanîna jiyana hevpar di gel Telîe Celalî, me rêûresma xwazbînî û nîşankirinê pêk anî. Min li derdora Helebçeyê malek ji xwe re çêkir, min dixwast ku daweta xwe bikim, lê karesta Helebçeyê rû da, û hevjîna min vegeriya Îranê. Karesta Helebçeyê û şehîdbûna Dr. Şerefkendî, û şehîdbûna Setar Celalî birayê hevjîna min û şehîdbûna kurmamekî min, çend salan şahiya me paş xistin, lê di encam de sala 1992 (1371)’an li Qendîlê û di gundê Ênzê de, me jiyana hevpar pêk anî, û berhema jiyana me jî du kur û du keç in.

Mamosta Ebdulla bi vê peyamê ji bo xelkê Kurdistanê dawî bi axavtina xwe tîne: “Diyar e ku ez biçûktir im ji vê ku xelkê amojgarî bikim, lê her wek Dr. Qasimlo kerem dike, piştevanê sereke yê me civatên xelkê Kurdistanê ne, lewra her ji vê dîtingehê ve jî ez daxwazê ji wan dikim ku wek berê, mezintirîn û yekem piştevanê PDKÎ bin, û zarokên xwe ji diyardeyên pîs û kirêt ên civakî ku ji aliyê rejîmê ve hewl bo bilav kirina wan diyardeyan tê dayîn, biparêzin”.