Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakvanên çandî ên Kurd bi soza“Berxwedan ji Bokanê heya Kobanê” ketin gireva birsîbûnê

20:01 - 20 Çirriya pêşîn 2014

Kurdistanmedia: 17’e kes, ji mamostayê zimanê Kurdî, huquqvan, hunermend û kesayetiyên çandî, di çalakiyeke sivîlane de, piştîvaniya xwe bi berevanî kirina neteweya Kurd, hember çeteyên DAÎŞ’ê re nîşan dan.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya “KurdPa”, ew çalakvanên Kurd bi boneya rêzgirtin ji berxwedana xelkê Kobanê û Kurdistana Rojava,bo heyamê 3 roja ji 18’ê Çiriya Pêşîn ve, ketine gireva birsîbûnê de.

Simko Meirufî, yekek ji kesên ku ketiye girevê de, armancên wê gireva birçîbûnê, piştgirî ji destketyên mirovî, şermizar kirina îhanet bi însaniyet, bi xasmanî jinên Kurd, her wisa parastina jîngehê ji bûyerên şer û protistokirina kiryarên terorîstî yên DAÎŞ’ê, destnîşan kir.

Ew çalakvanê Kurd got ku tu berpirs û navendê hikûmetî ên rejîma Îranê di wê çalakiyê de nebûn.

pişkek ji daxûyaniya wan çalakvane ku pêştir hatibû bilavkirin bi wî awayî ye: Em gurûpek ji mamostayên zimanê Kurdî, hiquqvan, çalakvanên civakî û hunermendên bajarê Bokanê, bi armanca şermizarkirina kiryarên hovane ên DAÎŞ’ê derheq îhanet bi însaniyet, Îslam û jîngehê, bo heyamê 3’rojan yê gireva birsîbûnê de bin.

Hadî Ezîzî, Simko Meirûfî, Emîr Piyade, Hîro Feqî Îsa, Susin Hesenzade, Ako Ebasî, Merzî, Eyûb Mîrî, Îsmayîl Saniyar, Eyub Reşîdîwend, Suran Ulazade, Hîwa Mehmudnijad û Usman Nurî, ew gireva han îmza kirin.