Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piştîvanî nekirina Kongireya Amerîkayê ji lihevkirina muhtemel a Atomî

15:32 - 22 Çirriya pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Senatorekî kongireya Amerîkayê, piştgirî nekirina Kongireya wî welatî, ji lihevkirina mimkin a Nûklerî, di navbera Amerîka û Îranê de, ragehand.

Gorî raportekî ku şeva Duşemî 20’ê Çiriya Pêşîn a 2014’an, li dengê Amerîkayê hat weşandin, Mark Kêrk, senatorê komarxwaz ê Amerîkî ji îyaleta Îlînwî, di daxûyaniyekî de derheq pêkhatina muhtemel a Amerîka ligel Îranê, bertek nîşan da.

Roja Yekşemî 19’ê Çiriya Pêşîn a 2014’an, Koşka Sipî gotibû; Divê Barak Obama, tevahiya hewla xwe bide, da ku ew pevhtina muhtemel a navokî ji aliyê Kongereya Amerîkayê ve, neyê erê kirin.

Mark Kêrk, di demekê de gotina han bilav kir ku Dewleta Amerîkayê gotibû; Sebaret bi lihevhatina Navokî me hevceyî bi erê kirina Kongireyê nîne.

Ew senatorê Komarxwaz ji hevdengî û yekrêziya Kongireya Amerîkayê qaşoyî vê helwesta xirab a dewletê hember kongirey de, daxûyaniyek bi vî awayî da bilavkirin: “Em pêkhatina navbera Obama–Xamineyî, napejrînin jiberku pêşeroja zarokên me ligel çekdar kirina Rojhalata Navîn bi çekên Atomî dikeve xeterê de

Di wê peywendiyê de, nûçegihania Mêhr ku di peyamnihêrên navxwe yen Îranê û wezareta Îstixbarat(Îtlaat) a wî welatiye, di raportekî de gotinên Cewad Kerîmî Qdus, endamê paye bilind yê gotûbêj(gengeşe) ên Îranê, ji devê Ebas Eraqçî,belav kiriye ku Amerîkayê pejrandye da ku Îran bikaribe 4 hezar Satirîfuj, hilbike.
Ev di demekê de ye ku pêştir Amerîkayê di gotûbêjên Niyoyork û Viyena (Nemsa) yê de, tenê vêxistina 1300’ Satirîfujî, pejirandi bû.

Her di wê barê de,Yuwal Iştaynîtz, wezêrê Îstixbarata Îsraî, derheq “lihevhatina Xirab” ligel Îranê, hişdar da û got:“Îsraîl ji pêşveçûna gotûbêjên Atomî yên Îranê pirr dilgirane û hertişta ku bikaribe Uraniyomê devlemen bike, bi şaşîtî dibîne.”

Wezîrê Îstixbarata Îsraîl bi bêdengiya civaka Navdewletî derheq pirogirama Navekiya Îranê, di demekê de ku şerê DAÎŞ’ê berdewame hişdarî da û tekezkir; Serbarê girîng bûna şer ligel DAÎŞ’ê nabe ji Îrana pirrçek a Navekî bêhaydar bimînin.”
Her wisa hefteya borî Serok wezîrê Îsraîl, ji danûstandinên navberra Îranê û 6 hêzên xurt ên cîhanê, dilgiraniya xew ragehdibû û gotibû: “ Em qaşoyî xetereke mezin a lihevhatinê(navbera Îran û 5+1) sekinîne ku dihêlin Îran bibe welatekî Atomî.”

Pêştir jî Binyamîn Natanyaho, serok wezîrê Îsraîl, di rêkxirava NY de, Îrana Navokî talûketir ji DAÎŞ’ê binav kiribû.
Di wê peywendiyê de Firank Waltir Iştayin Mayêr, wezîrê derwe yê Almaniya, dawîa wê Havînê de gotibû: “Îran ji vê zêdetir nikare demê qazanc bike û pêşiya gotûbêjan bibe asteng.”

Piraniya karnas û lêkolînerê siyasî ser vê baverê ne ku Îran bi wan lîstikên xwe di warê Vizeya Navokî de, dixwaze demê qazanc bike ku bi berçav girtinahêlênsoryênjialiyêRêberêrejîmêvebogurûpadanûstandinêhatinekivşkirin, mimkin bûna lihevkirina rejîma Îranê û welatên (5+1), gellek nêzîk bûye.