Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşmergeyekî serdemê Komara Kurdistanê çû ber dilovaniya xwedê

18:58 - 22 Çirriya pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Rehman Qebakendî pêşmergê serdemê Komara Kurdistanê, bi sedema pîrbûnê û nexweşiyê wefat kir.

Li gor rapora Kurdistanmedia, roja Înê 17’ê Çiriya Pêşîn a 2014’an, Hacî Rehman Hacî Mela naskirî bi Rehman Qebakendî, pêşmergeyê serdemê Komara Kurdistanê, koça dawiyê kir.

10133.jpg
Rehman Qebakendî pêşmergê serdemê Komara Kurdistanê

Hacî Rehman Hacî Mela naskirî bi Rehman Qebakendî li serdemê Komara Kurdistanê tevî girûpek ji pêşmergeyên Kurdistanê bi serperestiya Mihemed Îhsaqî, navenda Miyandabê bi awayeke hevpar ligel girupek ji tekoşerên Fîrqeya Demokrat a Azerbayîcanê ji situyên wan bûye.

Pêşmergê kevnar yê PDKÎ li devera Çemê Mecîd Xan weke kesekî xwedî bawer û cihê îtmînana xelkê deverê bûye û hertim di hewla çarseriya pirsgirik û arîşeyên xelkê de bûye û weke keseke civakî hatiye naskirin û rûniştiyê devera Mihabadê rêzekî taybet bo navbirî habûn e.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, serxweşî ji malbat û kes û karê Rehman Qebakendî dike û xwe di xem û kovana wan de bi pişikdar û şerîk dizane.