Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girtiyên siyasî yên Recayîşar û Mînabê piştevaniya xwe ji Kobanê re regandin

20:36 - 23 Çirriya pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Hejmarek ji girtiyên siyasî yên girtîgeha Recayîşar û Mînabî piştevaniya xwe ji Kobanê re îlankirin.

Li gor rapora Kurdistanmedia, 4 girtiyên siyasî ên girtî li zîndana Recayîşar û 2 girtiyên siyasî yên girtîgeha Mînabê bi nivîsîna silogan li ser kaxez û bilav kirina wêneya piştevaniya xwe ji xelkê Kobanê hanîne gorê û kiryara terorîstî ya DAÎŞ’ê protestokirin.

Raport bas ji vê yekê dikin ku “Efşîn Heyîretan, Wehîd Esxerî, Bêhnam Îbrahîmzade û Xalîd Herdanî” 4 girtiyên siyasî ên benda 4 ya hola 12’ê ya girtîgeha Recayîşar a Kerecê bi nivîsîna silogana “Em hemû xelkê Kobanê ne” piştevaniya xwe ji Kobanê re ragehandin.

Herwiha du girtiyên siyasî ên Kurd li zîndana Mînab bi navên “Kemal Şerîfî û Elî Muradî” bi nivîsîna silogana “Kobanê tenê nine” û sê roj gireve birçîbûnê, serbarê mehkûm kirina kiryarên terorîstî yên DAÎŞ’ê piştevaniya xwe ji Kobanê re ragehandin.