Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Almaniya û Amerîka/ Armanca Îranê ji gotûbêjên Navokî qazanc kirina demê ye

18:05 - 26 Çirriya pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Wezîrên derve yên welatên yekgirtî yên Ewropayê û dewletên yekbûyên Amerîkayê, bo careke din, tekez kirin ku nabe Îran bigehe bi çekên Navokî.

Li gorî rapora “new york times” Firank Waltir Îştayin Mayêr, wezîrê karûbarê derve yê Almaniyayê got:“Danûstandinên Navokî ligel rejîma Îranê, divê di çarçoweya negehiştina destê Îranê bi çekên Atomî de, bi pêşve biçe.

Wezîrê derve yê Almaniyayê piştî dîtina hevalbendê Amerîkayî ê xwe, tekez kir: Hewceye ku gotûbêjan, bingeheke esasî hebin da ku Îran nikaribe çekên Navokî çêbike.

Wezîrên derve yên Amerîka û Almaniyayê, hevudu Îqna kirin ku rejîma Îranê bi têra xwe di danûstandinên derheq dewlemen kirina Atomê de, dem ji wan qazanc kiriye.

Piraniya karzanên Rojhelata Navîn, wezîrên derve yên welatên yekbûyî ên Ewropa û nûnerên Kogirêsa Amerîkayê, pêştir ragehandibûn ku armanca Îranê ji dirêjkirina wan danûstandinan, qazanckirina demê ye, da ku bigîja çeka Navekî.

Di wê peywendiyê de, dilgiraniya nûnerên kongirêsa Amerîkayê derheq lihevkirina Navokî a Îran û Amerîkayê de, ber bi zêdebûnê ve diçe.
Ed Rowîs û Bat Mek Kêon, serokên komîteya peywendiyên derekî û hêzên çekdar li Perlemana nûnerên Amerîkayê, bi derxistina Daxûyaniykî nivîskî, pêkhatina Navokî ya Obama digel Îranê, “dubarekirina şaşîtiya lihevkirina digel Koreya Bakûr”destnîşan kirin.

Mark Kêrk, senatorê komarxwazê yê Amerîkayê ji Eyaleta Îlînwî, di daxûyaniyekê de,derheq lihekirina Navokî ligel Îranê, berteka dabû û di bersiva devleta Amerîka yê de gotibû: “kongirêsa Amerîkayê pêkhatina muhtemel a Navokî navbera Amerîka û Îranê de, erê nake.”

Her wisa di dirêjeya nerazîbûna endamên Kongirêsê, bi ragehandina Koşka Sipî derheq hevcenekirina muhletê ji Kongireyê nisbet bi lihevhatina navokî digel Îranê, Êlîna Rz Litînin, endama komarxwaz li kongirêsa Amerîkayê, di nameyekî de bi Obama ragehand: “armanc ji wan durpêçkirina hemberî Îranê, tenê dawet kirin li ser maseya gotûbêjan nebûye, bilkî meram ji wê kiryarê, dest hilgirtina rejîma Îranê ji qurretiy(cahtelebî)a navokiya xwe, sekinandina devlemend kirina Uraniyamê û mifah wernegirtin ji tevahiya binçîneyên navokî, bûye.