Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

TEV-DEM û ENKS serdana PDKÎ kirin

19:29 - 27 Çirriya pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Du heyetên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) serdana bargeha polîtbîroya Partiy Demokrat a Kurdistana Îranê kirin.

Li gor rapora Kurdistanmedia, roje Yekşemî 26’ê Çiriya Pêşîn a 2014’an, heyetên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi serperestiya “Aldar Xelîl” û Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi serperestiya “Tahir Sifuk”, serdana bargeha Deftera Siyasî ya PDKÎ kirin û ji aliyê Mistefa Hicrî sekreterê giştî yê PDKÎ ve hatin pêşwazî kirin.

Di destpêkê de Mistefa Hicrî serbarê bixêr hatina mêhvanan, bi hinceta lihevkirina partî û aliyên siyasî yên Kurdistana Rojava, ew pêngave girînge ji her du heyetên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û gelê Kurd bi giştî pîrozbahî kirin.

Mistefa di dirêjahiya axaftina xwe de got: Hewceye yekgirtin û yekrîzî di nav partiyên siyasî yên kurdistanê de hebe û hev bipejrînin.

Hicrî got: Dijminên gelê Kurd ji lihevkirin û yekgirtina partiyên siyasî ên Kurdistanî gelek dilgiran dibin ditirsin û bi hemû awayekî hewl didin yekrîziya partiyên siyasî ên Kurd li Kurdistana Rojava têk bidin, her ji ber wê dibe hayîdar bin ji pîlanên dijminan.

Piştre heyeta mêhvan pêk hatibûn ji heyetên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ragehandin: Em hatine wê lihevhatin û yekgirtina hêzên siyasî yên Kurdistana Sûriyê bi we rabigehînin û xwazyarê piştevanî û harîkariya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di vê lihevhatinê û rênivînî û wergirtina ra û bûçûnên Deftera Siyasî a PDKÎ bi girîngî ve verbigrîn.

Heyetên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di serdana xwe de gotin: Me bi çêkirina merceên siyasî, îdareyekî rêveberiya hevpar û lidarxistina hêzekî çekdarî, yekgirtin bo asayîş û parstina Rojava Kurdistanê rêkevtine.

Di dawiya wê serdanê de şanda mêhvan û xanexwê pêdegirî li ser domkirina halîkarî û yekgirtina partiyên Kurdistana Sûriyê bi erkê hemû gelê Kurd dizanîn.