Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Natanyaho bo cara çendemîn hişdarî dide ku destê rejîma Îranê digehe çeva Navekî

18:41 - 29 Çirriya pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Binyamîn Natanyaho bo çendemîn car di heyamê meha borî de, derheq bi destpêre gihîştina rejîma Îranê bi çeka Navekî hişdarî da.

Medyayên Îsraîlê bilavkirin, Binyamîn Natanyaho serok wezîrên Îsraîlê di rêûresma vekirina gera Zivîstanê ya konsêta Parlemana Îsraîlê bo çendemîn car di heyamê mehekê de derheq bi bernameya Navekî a rejîma Îslamî a Îranê ragehand: Egera destpêre gihîştina wê rejîmê bo bombeya etomî cihê ligiranî û nigeraniyê ye û herwiha bi girûpên gotûbêj ên ligel rejîma Îranê hidarî da.

Natanyaho di lêkdana xwe de serbarê wesfandina şikesta DAÎŞ’ê weke tenya emelyatek li tewahiya şer û pevçûnên di Rojhilata Navîn de, bi civaka navdewletî bi xasmanî welatên ku ligel rejîma Îranê gotûbêj dikin ragehand: Eger we DAÎŞ şikeş da, lê Îranê karî bi bombeya etomî bigihîje, tenê di emelyatekê de serkevî ne, lê di tewahiya şer de we dorandiye.

Di wê pêwendiyê de di çend heftiyên borî de serok wezîrên Îsraîl, di kora giştî ya rêxistina Neteweyên Yekbûyî de, ragehand ku Îrana amade bi çekên Navekî ji DAÎŞ’ê talûketir e.

Binyamîn Natanyaho, serok wezîrên Îsraîl, di gotara xwe li kora giştî a NY de, tekez li ser metirsî bûna rejîma Îranê kir û got: “Îrana amadebûyî bi çekên Navekî ji DAÎŞ’ê talûketir e.”

Natanyaho di berdewamiya gotinên xwe, li kora giştî ya neteweyên yekbûyî de, daxwaz kir ta ku tewahiya bernameyên navekî yê Îranê ji holê rakin.