Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyamnihêrên bê sînor: Gef xwarina rejîma Îranê ji rojnamevanan seba weşana nûçeyên avêtina Têzavê

19:21 - 30 Çirriya pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Rojnamevanên Îranê ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve gaf li wan hatiye kirin ku nabe ew doseyên “avêtina Têzav”(asîd) ê li Îsfahanê, bişopşnin.

Li gorî raporta malpera Kurdistanmedia û piştraskirin bi rapora ku ji aliyê peyamnihêrên bê sinûr ve hatiye bilav kirin,hêzên ewlehî yên rejîma Îslamiya Îranê, bi gazî kirin yan peywendiyên telefonê, rojnamevan di egera lidûçûna doseyên “avêtina têzavê,”de gef li wan hatiye xwarin.

Li gorî raporta wê saziyê hejmarek rojnamevan, bi xasmanî rojnamevanên Tehran û Îsfehanê, ji aliyên navendên ewlehî yên, rejîma Îslamiya Îranê ve hatine agahdar kirin ku ew ne mumkine bikaribin raportan, derheq avêtina asîdê de amade bikin. Hevceye bê gotin ku di wê peyendiyê de 2’rojnamevan jî xistibûn bin çavan.

Peyamnihêrên bê sînor di wê barê de dibêjin; bertek dana karbidestê rejîma Îranê êrîş kirin li ser çavkaniyên nûçeyan û gefxwarin ji rojnamevanan e.

Amoliyê Larîcanî, serokê Seqaya Dadweriya Îranê jî ragihand ku rojnamevan û saziyên ragihandinê, bi weşana nûçeyan sitem li sîstema Îranê kirine.

Li gorî raportan, piraniya welatiyên Îranê ser wê bawerêne ku bi sedema gefên pêşnimêjên Cumeyan bona rênimûna hemwelatiyan, bixasmanî jinan, divê teblîx li gotinê derbazî piratîkê û bi darê zorê bibe, bûyera “avêtina Têzavê” wek pêşniyarnamyek hesibandin ku di warê emir kirin bi başî û durxistin ji nebaşî(monker)ê, di Perlemana Îrana Îslamî de hatibe erê kirin.

Ew di demekî de ye ku karbidestên rejîma Îslamiya Îranê hewl didin daku cenayetên avêtina Asîdê li Îsfehanê wek pirseke şaxsî bidin nasandin û gotine: “Avêtina Têzavê pirseke şaxsî ye û ti elaqa wê bi emir kirin bi başiyê re nîne.”

Meha yekim a Payîza ev sal û piştî wê hindê ku ji aliyê berpirsên rejîma Îslamiya Îranê ve hat ragihandin; ”Hevceya emir kirin bi başiyê, ji gotinên devkî derbazî piratîk û darê zorê bibe,” pêla “avêtina Têzavê,“bi ser û çavên kiç û jinan, li Îsfahanê dest pêkir ku gorî amarên berdest,heya niha 15’ kuştî bi pet xwe hiştiye.

Hemwelatiyên Îsfahan û Tehranê hember wan kiryarên nemirovane, di çend rojên borî de, xwenîşandaneke bi hezaran kesî lidarxistin ku di encamê de, bi dehan welatî ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îslamiya Îranê we hatin binçavkirin.