Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ji aliyê Beşar Esed ve Rojana herî kêm 22 welatiyên sivîl tên kuştin

14:41 - 1 Çirriya paşîn 2014

Kurdistanmedia: Di heyamê 10 rojên borî de herî kêm 221 hemwelatiyên sivîl ku yek li ser sê wan kuştiyane zarok in ku ji aliyê rejîma Beşar Esad ve, tên kuştin.

Li gorî rapora malpera Kurdistanmedia û li gorî raporta girûpa çavdêrên mafê mirov a Sûriyê ku bargeha wî di Lendenê de ye, bi sedema êrîşên esmanî yên rejîma Beşar Esed li ser cihê rûniştiyên hemwelatiyên Sûrî di heyamê 10 rojên borî de, 221 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane ku gorî amarên bilav bûyî, 75 kes ji wan kuştiyane, zarok in.

Xeynî wan kuştiyan, heman rêxistinê bilav kiriye ku di wî heyamî de, zêdeyî 500 kesî jî, birîndar bûne.

Girûpa çavdêriya mafê mirov li Sûriyê ku yek ji girûpên çavdêr ê şerê hundirî Sûriyê da ye, ragihand: “ Şerê sê sal û nîvê hundirê Sûriyê, herî kêm 200 hezar kuştî bi pey xwe hiştiye.”

Li gorî raportên hatinî bilavkirin, hêzên rejîma Îranê, di detspêka şer û pevçûnên navxweyî Sûriyê de, pişikdarê şer û pevçûna wî welatî bûne û di kûştin û tepeseriya dijberên rejîma “Beşar Esed” de, roleke mezin lîstine.