Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pişikdariya nûnerê PDKÎ di konferansa Parlemana Ewropa de

15:04 - 10 Çirriya paşîn 2014

Kurdistanmedia: Cemîl Fethî, nûnerê Partiya Demokrat a kurdistana Îranê li welatê Bijîkê, di konferansa Parlemana Ewropa di pêwendî ligelê êrîşên DAÎŞ’ê bo ser Kobanê û bandora wî li deverê de, pişikdarî kir.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, roja Sêşemî 4’ê Çiriya Paşîn a 2014’an, girûpa hevalên Kurd bi halîkariya kongireya gelê Kurd, konfiransekî taybet bi mijara êrîşên DAÎŞ’ê bo ser Kobanê û bandora wî li ser deverê, lidarxistin.

Cemîl fethî, nûnerê PDKÎ û xanima Monîk Simîtis hevkara beşa pêwendiyên PDKÎ li welatê Biljîkê di vê konferansê de ku li Parlemana Ewropa hatibû organîzekirin, pişikdarî kirin.

Konferans bi axaftina Marî Kirîstiyen di pêwendî ligel rewşa niha ya Rojhilata Navîn û bi xasmanî Kurdistanê dest pê kir û piştre Adm Ozûn nûnerê kongireya gelê Kurd gotara xwe pêşkeş kir.

Paşan xanima Gabrîl Zîmir nûnera Parlemana Ewropa axaftinek li ser DAÎŞ û siyaseta Tirkiyê li hember bûyerên derbasbûyên yên Rojhilata Navîn, kir.

Di birga din a wê konferansê de xanima Sibiyalûs Bûdîl endama Parlemana Ewropa ji firaksiyona Kesk, gotara xwe pêşkeş kir û di nav gotara xwe de piştevaniya firaksiyonên Parlemanê ji gelê Kurd îlan kir.

Kamiran Metîn mamostayê zanîngeha Lendenê di vê konferansê de axaftinek li ser bandora partî û aliyên siyasî û bi xasmanî dewleta Tirk, kir.

Herwisa di dawiya konferansê de, Salih Muslim di pêwendî ligel rewşa niha ya Rojavayê Kurdistanê gotarek pêşkeş kir û ew konfiranse bi pirsiyar û nerîn û pêşniyaran bi dawî hat.