Kurdistanmedia: Nûnerê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li Alman, derheq rewşa niha ya Kurdistanê tevî berpirsê navdewletî yê Partiya Sosyal Demokrat hevdîtin kir.
Li gor raporta malpera Kurdistanmedia, roja Çarşemî 12’ê Çiriya Paşîn a 2014’an, Hîwa Behramî, Nûnerê PDKÎ li welatê Alman li deftera sereke a SPD a wî welatî hevdîtin kir û tevî Konêstantîn Voynof berpirsê pêwendiyên wê partiyê civiya.
Di vê hevdîtinê de di pêwendî tevî pirsên roj ên Kurdistanê û Îranê, kirîza niha ya Sûriyê û Îraq û êrişên DAÎŞ’ê bo hin li herêmên wan du welatan û rola rejîma Îslamî a Îranê di afrandina kirîza Rojhelata Navîn û nemaze di Îraq û Sûriyê de bîr û hizrên xwe bi hev re guherîn.
Konêstantîn Voynof, rola gelê Kurd di şerê dijî girûpa terorîstî a DAÎŞ’ê girîng da zanîn û herwisan got ku netewa Kurd tenê neteweyeke ku di Rojhelata Navîn de bi awayek micid li dijî hêzên terorîstî yê DAÎŞ’ê dixebite û şer dike, lewma hewce ye ku welatên Ewropî bi awayek tev alî piştgîrî û destekê bidin Kurdistanê.
Di doma vê rûniştenê de Hîwa Behramî Nênerê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, derheq revşa siyasî a niha ya Kurdistan ê Îranê şiroveyên hewce anîn ber basê.
Behramî got ku siyasetên Îranê negor in û da zanîn ku piştî hatne ser kar a dewleta Rohnî ne tenê revşa siyasî û mafê mirov baştir nebûye belku di gelek waran de xirab û aloztir bûye: herwisan navbirî da zanîn ku erkê Rohanî rizgar kirina rejîma Îranê di wê kirîza navdewletî de bû ku bi salan e rejîm pêwe dinalîne.