Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Seba dan û standin tev rejîma Îranê bi 315 milyon Dolaran hat ceza kirin

13:28 - 20 Çirriya paşîn 2014

Kurdistanemdia: Banka Mitsupishi a Japonê, bi sedema dan û standina nepenî ligel rejîma Îranê û binpêkirina ambargoyên aborî ên Amerîkayê, bi 315 milyon Dolaran hat cerîme kirin.

Nûçegihaniya Rotêrz, bo duyemîn car di heyamê çend rojên borî de dan û standinên veşartî ên bankên derekî tev rejîma Îslamî ya Îranê û alîkarîkirin tev wê rejîmê bo binpêkirina gemaroyên aborî eşkere kir.

Li gor raporta han, banka Tokyo-Mitsubishi UFJ, seba dan û standinên veşartî ligel welatên tehrîmkirî wek Sûdan, Miyanmar û rejîma Îranê 315 milyon Doran cerîme kirin.

Banka Tokyo-Mitsubishi UFJ, weke xwe dana cezaya 315 milyon Dolarî bi navendekî Amerîkayî a çavedêrî bi ser bankan de, pejirandiye.