Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

kongireya HAK-PAR

13:59 - 20 Çirriya paşîn 2014

Çend Roj berî niha 6’emîn kongireya HAK-PAR di bajarê Enqerê de hate lidarxistin û heyeteke PDKÎ jî pêkhatî ji rêzdaran Rostem Cehangîrî endamê Deftera Siyasî ya PDKÎ û Mihemedsalih Qadirî endamê Komîteya Nawendî ya PDKÎ di vê kongireyê de beşdar bûn. Di vê derheqê de me bi hewce zanî ku hevpeyvînekê bi rêzdar Rostem Cehangîrî re pêk bînin, ku eva jêr deqa vê hevpeyvînê ye:

Pirs: Pêwendiya we û HAK-PAR ji kengê ve dest pê kiriye, û HAK-PAR partiyeke çawa ye?

Bersiv: HAK-PAR partiyeke yasayî ye ku di çareçoveya yasayên Tirkiyê de hatiye avakirin, û berevaniyê ji mafê Kurdan di her çar parçeyên Kurdistanê de dike.

HAK-PAR li ser vê baweriyê ye ku heya pirsa Kurd di Îran û Tirkiye û Sûriye û Îraqê de, bi awayê federalî nehê çareserkirin, demokrasiya tewaw bi wateya xwe, peya nabe. Heya ku hemû azadiyên tak û azadiyên zayendeyî û azadiya ragehandinê û heya îmkanatên welat wekhev nehêne parvekirin, ew welat aramî û tenahiyê bi xwe ve nabîne, û şer û kêşe di van welatan de bi dawî nahê. Ev partiya yek ji wan partiyan e ku tu carî destê xwe bo çekê nebiriye, wate şerê çekdarî nekiriye. Li ser vê baweriyê ye ku di çarçoveya erdnîgariya welatê Tirkiyê de dibe xebata aştîxwazane û medenî bikin, û ji bo bidestxistina xwestek û daxwaziyên xwe pêngav bi pêngav herî pêş.

Avakerên vê partiyê her hemû jî ji nivşa kevn in, û piraniya herî zaf ya wan şoreşgerên, şoreşgerên qada xebata neteweyî ne, û heps û derbideriyeke zêde dîtine, û di awareyî û li Ewropayê de jiyan kirine.

Em dikarin bêjin ku têkiliya partiya me bi kesaytiyên HAK-PAR re vedigere bo salên 60’î yên Zayînî. Ez dikarim bêjin ku pêwendiyeke rasteqîne ya mêjdem di navbera me de heye, ji wê demê şûnda heya niha jî ew têkilî, di gel vê ku hinek ji avakerên vê hevaltiya mêjîn, di jiyanê de nemane, lê pêwendî û biratiya me û wan, her çawa ku li ser bingeheke dirust hatiye avakirin, roj bi rojê ber bi pêşve diçe, û germtir û dostanetir dibe, û ez hêvîdar im ku ew pêwendiya di navbera hemû partiyên Kurdistana mezin de bihê avakirin.

Pirs: Hûn kongireya HAK-PAR çawa dinirxînin?

Bersiv: Ya ku min dît, kongireyeke tewaw demokratîk bû, kongireyeke tewaw Kurdane bû. Li gorî yasayên Tirkiyê her partiyek ku li jêr sîvana yasayên Tirkiyê de bihê avakirin, dibe di binkeyên xwe de alaya Tirkiyê danê, yan di dema girtina kongireyê de dibe kongire di pêtextê de be, û alaya Tirkiyê hilde, lê wan tenê alaya partiya xwe hildabû.

Pirs: Gelo partiyên parçeyên din ên Kurdistanê beşdar bûn?

Bersiv: Belê, ez dikarim bêjim ku tewahiya partiyên Rojavaya Kurdistanê cuda ji PYD’ê beşdariya wan di asteke bilind de bû, û wekî serok û sekreter beşdar bûn. Di başûra Kurdistanê heyeta PDK û Partiya Şiyo’î û partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê beşdar bûn, li rojhilata Kurdistanê, heyeta PDKÎ û Komeleya Şoreşgerên Kurdistana Îranê di asta Deftera Siyasî de beşdar bûn.

Di bakûra Kurdistanê partiya Azad a Kurdistanê û Partiya Huda-Par û Partiya Demokrat ya Kurdistana Bakûr, bi heyetên xwe beşdar bûn, û çend partiyên weke partiya Sosyalîst a Kurdistanê peyamên xwe bi rê kiribûn.

Bi kurtî partiyên derdora PKK beşdar nebûn, herçend ku min ew yek ji birêz Kema Borkay jî pirs kir, lê wî got ku me ew gazî kirin, lê mixabin nehatin.

Pirs: Sedem çi bû ku birêz Kemal Borkay xwe ji bo posta serokatiya HAK-PAR berbijar nekir?

Bersiv: Kemal Borkay kesayetiyekî siyasî û neteweyî û hevdem, û yek ji kesayetiyên çep ên Kurd li Kurdistanê û çep li Tirkiyê ye, wate şûna destên wî di xebata Kurd û Kurdistanê û di xebat ji bo azadî û rizgariya ji destê dîktatoriyê di Tirkiyê de xûya dike, ew nêzîk bi sî salî sekreterê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê bû, û piştre xwe berbijar nekir û ew posta ji bo nivşa nû bi cih hêla, û piştî vegeriyana bo Tirkiyê tevlî HAK-PAR bû.

Her ku beşdar bû û bû endamê vê partiyê, di kongireya pêncemîn de, bi sedema zexta hevalên xwe serokatiya HAK-PAR qebûl kir, lê bi şert û merc.

Her wê demê ragehand ku şert eva ye ku tenê bo yek dewreyî serokatiya vê partiyê bike, wate bo kongireya şeşemîn vê postê radestî hevalên xwe bike.

Wî her wisa jî kir, û di vê kongireyê de serokatiya HAK-PAR qebûl nekir û xwe kandîd nekir, diyar e ku di pirogramên vê partiyê de hatiye ku her du salan carekî kongire tê lidarxistin, û her serokekî mafê vê heye ku du caran serokatiya vê partiyê bike.

Herçend ku birêz Kemal Borkay bo carek din jî mafê vê yekê hebû, û gellek ji beşdarên kongireyê û heya kesayetiyên rêbertiya vê partiyê jî, hez dikirin ku navbirî cardin xwe berbijar bike, lê wî qebûl nekir.

Du kesayetiyên din di vê partiyê de xwe ji bo posta serokatiya vê partiyê berbijar kirin, ku piştre bi dengê nepenî yê beşdarên Kongireyê, Fehmî Demir, bo serokatiya vê partiyê hate hilbijartin û bi vî awayî kongireyê bi awayekî serkevtî dawî bi karên xwe anî.

Pirs: Nifûza vê partiyê di nav Tirkiyê bi giştî û li bakûra Kurdistanê bi taybetî çawa ye?

Bersiv: Bi dîtina min, bo min ku wekî kesekî mêhvan beşdarî kongireya wan bûm, zehmet e ku bikarim bêjim ew çiqas xwedî pêgeh in, lê dizanim ku ew di nav qata lîberal û demokrat û kesayetiyên neteweyî û rewşenbîr de, û herwisa di nav çepên nermrew yên Kurd de xwedî pêgeheke baş in.

Em dikarin bêjin ku di bakûra Kurdistanê de wekî rikeberê BDP bihesibînin, jiber ku di Tirkiyê de her partiyekê ku karî binke nû baregehên xwe veket, eva nîşaneya xwedîpêgehbûna vê partiyê ye.

HAK-PAR di Diyarbekir, û Agirî û Wan û Ankara û Stenbolê de baregeh hene, û karûbarên xwe yên siyasî û rêkxistinê ber bi pêşve dibin, û bila ez vê yekê jî bêjim ku di nav ragehandina Tirkiyê de gellek çalak in, ew di ragehandinan de derdikevin û siyaseteke dirust û jîrane bi rêve dibin, û ew yek bûye sedema vê ku ew bikarin di nav rewşenbîrên Tirkiyê de xwedî pêgeh bin.

Ji bo ber bi pêşvebirina xebata medenî û siyasî di nav Tirkiyê de, dibe kadrê baş û şareza di vî warî de hebe, lewra bi baweriya min di vî warî de wan kêmûkasiyeke wisa tunînin.

Lê ji aliyekî din ve pirsa madî jî gellek giring e, ku bi raya min ew di vê derheqê de desteng in, jiber ku dewlet alîkariya wan nake. Li gorî yasayên Tirkiyê dibe ew rêjeyeke dîharîkirî ya hilbijartinê derbaz bikin, lê wan heya niha nekariye ku bigihîjin vê astê.

Bi Dîtina min ew dikarin di gel partiyên din ku di warê siyasî û boçûnan de nêzî wan in, û herwisa di gel gellek kesayetiyên siyasî yên serbixwe, dikarin hev bigrin û eniyekê pêk bînin.

Aliyê kêm dikarin di Kurdistanê de nifûza xwe zêdetir bikin, û di hilbijartinên xwecihî de, îdareya bajaran bi dest ve bigrin. Hekî bikarin vê yekê bikin eva serkevtîtir dibin.