Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

PSK’ê serdana PDKÎ’ê kir

20:23 - 20 Çirriya paşîn 2014

Kurdistanmedia: Heyetek ji Partiya Sosyalîst a Kurdistana Tirkiyê serdana Defetra Siyasî a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê kir.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, roja Çarşemî 19’ê Çiriya Paşîn a 2014’an, şandek ji PDKÎ bi serperestiya Mistefa Hicrî sekreterê giştî yê PDKÎ’ê, ji şanda PSK’ê bi serperestiya Mesûd Tek sekrekreterê giştî yê vî partiyê pêşwazî kir.

Armanca vê hevdîtinê baskirin li ser encama kongireya Partiya Maf û Azadî (HAK-PAR), eşkere kirina nerîna PSK’ê derheq bi bûyerên wê dawiyê di pêwendî ligel pirsa siyasî û neteweyî, rewşa niha ya gelê Kurd, pêvajoya aştî a di navbera PKK û dewleta Tirkiyê de û bandorên êrîşên girûpa terorîstî a DAÎŞ’ê bo ser tevgera Kurdistan bi nav kir.

Mesûd Tek got: Em li ser wê bawerê ne ku di vê rewşa hestyar de, yeketî û yektebayîa hevpar a PSK’ê û HAK-PAR di pêxema misoger kirina armancên siyasî û neteweyî yên gelê Kurd di Tirkiyê de hewceyiyeke dîrokî ye.

Sekreterê giştî yê PSK’ê di dirêjahiya axaftina xwe de, helwêst û nerîna PDKÎ li ser Kurdistana Bakûr û herwiha pişikdariya şanda PDKÎ di kongireya HAK-PAR bilind nirxand û peyam û pêşniyarên PDKÎ bi girîng heseband.

Mistefa Hicrî sekreterê giştî yê PDKÎ û berpirsê şanda PDKÎ di vê hevdîtinê de, spasiya axaftin û basên Mesûd Tek, hesta berpirsayetiya wî derheq bi pirsa neteweyî û herweha nirxandinek ji helwest û nerînên PDKÎ kir û tekez li ser domandina pêwendiyên dostane ên navbera her du aliyan hat kirin û hêviya serkevtina bo Partiya Maf û Azadiyan li pêxem biencam gihandina biryar û raspardeyên kongireya wan de xwast