Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girevgirtina girtiyên siyasî ên Kurd di zîndana Urmiyê de

19:40 - 24 Çirriya paşîn 2014

Kurdistanmedia: 30 kes ji girtiyên siyasî yên Kurd li girtîgeha navendî a bajarê Urmiyê de ji ber rewşa nebaş a girtîgehê dest bi gireve birçîbûnê dan.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, roja Pênçşemî 20’ê Çiriya Paşîn a 2014’an, herîkêm 30 girtiyên siyasî ên Kurd di girtîgeha navendî a bajarê Urmiyê de bi sedema pêrenegihîştin û kiryar û helwêstên na mirovane a berpirsên girîgehê, dest bi gireva birçîbûnê dan.

Girtiyên siyasî ên Tirk di zîndana Urmiyê de ku hejmara wan ji aliyê kempêyîna berevanîkirin ji girtiyên siyasî û sivîl ve 30 kes hatiye ragehandin ku tevlî zîndaniyên siyasî ên Kurd ku di gireva birçîbûnê de ne, bûn.

Girtiytên siyasî yên Kurd ên benda 12a zîndana Urmiyê, di girevên xwe de xwazyarê ziwirandina 27 zîndaniyên siyasî ên din bûn ku ji aliyê berpirsên rejîm ve bo bendên din hetine veguhastin.

Givaş nexistina ser zîndaniyên siyasî ji aliyê berpirsên girtîgehê ve, muleta mulaqat û mifahwergirtin ji telefona giştî a zîndanê ji xwastên din ên girtiyên siyasî yên Kurd di girtîgeha Urmiyê de bûn.

Heta niha tu raportek ji dawî anîna gireva birçîbûna girtiyên siyasî yên zîndana navendî a Urmiyê ve nehatiye bilav kirin û dawîn raport basa domandina gireva wan girtiyane dike.