Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gireva girtiyên siyasî ên Kurd di girtîgeha Urmiyê de dirêje heye

14:42 - 25 Çirriya paşîn 2014

Kurdistanmedia: Gireva birçîbûna zîndaniyên siyasî ên girtîgeha Urmiyê serbarê gefên berpirsên girtîgehê heyamê pênç rojane didome.

Li gor raporta malpera Kurdistanmedia, roja Duşemî 24’ê Çiriya Paşîn a 2014’an, herî kêm 30 kes ji girtiyên siyasî ên Kurd ji girtîgeha navendî a Urmiyê de ku bo derbirîna narizayetî derheq bi nebûna rewşa baş a wan dest bi gireva birçîbûnê dabûn di nav 5 roja xwe de ne.

Girtiyên siyasî ên Kurd yên benda 12an a girtîgeha Urmiyê bo derbirîna narizayetî derheq bi nebaşbûna rewşa wan û herwiha givaş xistina ser girtiyên siyasî ji aliyê berpirsên zîndanê ve ji riya muhlet nedana malbatan bi dîtina zarokên xwe di girtîgehê de, îzna mifahwergirtin ji telefona zîndanê, veguhestina girtiyên siyasî bal girtiyên sûçdar bi tawançn giştî weke kuştin, dizî, kêrkêşan û ...hwd, dest bi gireva birçîbûnê kiribûn û piştî sozdayîna berpirsên zîndanê, dest ji gireva xwe bernedabûn.

Di wê pêwendiyê de, roja Pênçşemî 20’ê Çiriya Paşîn a 2014’an, herîkêm 30 girtiyên siyasî ên Kurd di girtîgeha navendî a bajarê Urmiyê de bi sedema pêrenegihîştin û kiryar û helwêstên na mirovane a berpirsên girîgehê, dest bi gireva birçîbûnê dan.

Girtiyên siyasî ên Tirk di zîndana Urmiyê de ku hejmara wan ji aliyê kempêyîna berevanîkirin ji girtiyên siyasî û sivîl ve 30 kes hatiye ragehandin ku tevlî zîndaniyên siyasî ên Kurd ku di gireva birçîbûnê de ne, bûn.

Girtiytên siyasî yên Kurd ên benda 12a zîndana Urmiyê, di girevên xwe de xwazyarê ziwirandina 27 zîndaniyên siyasî ên din bûn ku ji aliyê berpirsên rejîm ve bo bendên din hetine veguhastin.

Givaş nexistina ser zîndaniyên siyasî ji aliyê berpirsên girtîgehê ve, muleta mulaqat û mifahwergirtin ji telefona giştî a zîndanê ji xwastên din ên girtiyên siyasî yên Kurd di girtîgeha Urmiyê de bûn.

Heta niha tu raportek ji dawî anîna gireva birçîbûna girtiyên siyasî yên zîndana navendî a Urmiyê ve nehatiye bilav kirin û dawîn raport basa domandina gireva wan girtiyane dike.