Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka/ Nûnerê PDKÎ serdana deftera Mîşil Girîşam kir

13:39 - 27 Çirriya paşîn 2014

Kurdistanmedia: Areş Salih Nûnerê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di Amerîkayê de, serdana bargeha endam kongirê Mîşil Girîşam kir û tevî Can Rîçêr berpirsê wê pişkê hevdîtin lidarxist.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, Areş Salih nûnerê PDKÎ li welatê Amerîkayê serdana bargeha endam kongirê Mîşil Girîşam kir û di vê cîvînê de nûnerê PDKÎ basek li ser dîroka PDKÎ, Rojhilata Kurdistanê, siyaseta rejîma Îranê û Rojhilata Navîn kir.

Areş Salih di nav axaftina xwe de got: EM weke PDKÎ di dîroka xwe de me nîşan daye ku hiligirê behayên hevpar în ligel dinyaya demokrat; lewma pişkekî here zaf a dojminayetiya rejîma Îranê û hêzên nademokrarîk ligel Kurd bi giştî û bi xasmanî PDKÎ ji ber her binema beheyek ku me hilgirtibe û ew pirogirame siyasiye ku bo çespandina wan behayane li Rojhilata Navîn peyrew dikeyîn.

Di dawiyê de Can Rîçêr serbarê spaskirin ji PDKÎ bo vê hevdîtinê got girîngiya wan pirsgirikane berçav in û bi dilniyayî ve em hez dikin bi halîkariya we li ser wan mijarane kar bikinê lewma daxwaz dikim ku ew pêwendiyane hertim bidomin û PDKÎ berdeman li şêwaza rewanîna xwe me agahdar bike.