Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Welatiyekî Kurd li Bokanê hat girtin

14:37 - 27 Çirriya paşîn 2014

Kurdistanmedia: Hêzên Îdareya Îtilatê a rejîma Îslamî ya Îranê li bajarê Bokanê, hemwelatiyekî Kurd binçavkirin.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, roja Çarşemî 25’ê Çiriya Paşîn a 2014’an’ welatiyekî Kurd bi navê Luqman Semî’î xelkê Bokan ji aliyê hêzên Îtilatê a rejîma Îranê ve hat girtin.

Ew hemwelatiye bi tometa halîkarîkirin tev partiyekî Kurd ên dijberî rejîma Îranê hat binçavkirin.

Nûçegihaniya Kurdpa di wê pêwendiyê de nivîsandiye ku Luqman Semî’î birwanameya karzanê bilind a zanista siyasî heye û ewa di demekê de ye ku givaşa navendên ewlehî û Îtilatê ya rejîma Îranê bo ser hemwelatiyên Kurd li seranserê Kurdistanê zêdetir bûye.

Di wê pêwendiyê de, Piştî bilavbûna pirogirama rapirsî a Navenda Deng û Reng a Mihabadê hejmarek ji ciwanên Kurd ragehandin ku eger navend daxwaza lêborînê ji xelkê Mihabadê neke, yê gireveke berfireh lidar bêxîn in, her ji ber vê hêzên Ewlehî yên rejîma Îranê dehan hemwelatiyên Kurd girtin.

Xebat Mengurî” temen 30 salî û kurê Silêman û “Kamyar Nazmî” û herwiha “Soran Yahû” ji wan kesanene ku li Mihabadê hatin girtin û hêj tu agahiyek li ser çarenivîsa wan li ber dest nine.