Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sine/ Çalakveneka manê jinan û zarokan hat girtin

15:52 - 27 Çirriya paşîn 2014

Kurdistanmedia: Çalakvaneka mafên Jinan li bajarê Sine, ji aliyê hêzên bi kincên şaxsî ên ser bi Îtilatê a rejîma Îranê ve hat binçavkirin.

Li gorî rapora malpera Kurdistanmdia, hêzên bi kincên şaxsî ên rejîmaÎslamiya Îranê, jineke bi navê“Menîje Sadiqî” li bajarî Sine girtin.

Menîje Sadiqî ku ji çalakvanê mafên zarok û jinan e, roja Çarşemî 26’ê Çiriya Paşîn a 2014’an, li mala xwe ji aliyê hêzên ewlekarî ve hat binçav kirin.

Menîje Sadiqî sala 2010’an jî bo heyamê 3 meh û rojek bi cezayê girtinê hatibû mehkûmkirin.

Bi gotina şahîdan, dema binçav kirina wê çalakvana mafên zarok û jinan, hêzên ewlekarî, ji mala wê vekolîn û lêgerîn kirine.

Tê gotin hêzên ewlekarî ên rejîma Îranê di dema vekolîna malê de, komek pirtûk, alavên şaxsî û herwiha kampyotêr û telefona destî a Menîjê û zarokên wê jî ligel xwe birin.

Menîje Sadiqî bi tometa têkdana ewlekariya giştî ji riya encamdana çalakiyên siyasî ve, 91’ roj cezayê girtinê jêre hat pesend kirin.

Di wê pêwendiyê de, hêzên Îdareya Îtilatê a rejîma Îslamî ya Îranê li bajarê Bokanê, hemwelatiyekî Kurd binçavkirin.

Roja Çarşemî 25’ê Çiriya Paşîn a 2014’an’ welatiyekî Kurd bi navê Qasim Semî’î xelkê Bokan ji aliyê hêzên Îtilatê a rejîma Îranê ve hat girtin.

Ew hemwelatiye bi tometa halîkarîkirin tev partiyekî Kurd ên dijberî rejîma Îranê hat binçavkirin.

Herwiha Piştî bilavbûna pirogirama rapirsî a Navenda Deng û Reng a Mihabadê hejmarek ji ciwanên Kurd ragehandin ku eger navend daxwaza lêborînê ji xelkê Mihabadê neke, yê gireveke berfireh lidar bêxîn in, her ji ber vê hêzên Ewlehî yên rejîma Îranê dehan hemwelatiyên Kurd girtin.

Xebat Mengurî” temen 30 salî û kurê Silêman û “Kamyar Nazmî” û herwiha “Soran Yahû” ji wan kesanene ku li Mihabadê hatin girtin û hêj tu agahiyek li ser çarenivîsa wan li ber dest nine.