Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nasnameya Kurdekî din a girtiyên wan dawiya eşkere bû

14:26 - 1 Kanûna pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Nasnameya hemwelatiyekî din ê Kurd xelkê gundê Gamîşgulî a ser bi bajarê Bokanê ku ji aliyê hêzên Ewlekar ên rejîma Îslamî a Îranê ve hatibû girtin, piştî derbasbûna du heftî li ser girtina wî, eşkere bû.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, du heftî berî niha hêzên Ewlekar ên rejîma Îslamî ya Îranê li bajarê Miyandabê du hemwelatiyên Kurd xelkê gundê Gamîşgulî a ser bi Bokanê binçavkirin.

Pêştre ajansa Kurdpa nasnameya yek ji wan du girtiyene “Seîd Sipahî” ragehandiye.

Gorî nûtirîn raportên hatinî bilavkirin, ciwanekî Kurd xelkê gundê Gamîşgulî a ser bi devera Aleşîna Bokanê tevî Seîd Sipas ji aliyê rejîma Îslamî ya îranê ve hatiye girtin.

Nasnameya ew lewe Kurde Mîlad Ebdî kurê Mecîd ragehandiye.

Piştî derbasbûna du heftî li ser girtina wan du hemwelatiyane de tu agahiyek li ber dest nine.

Her di wê pêwendiyê de, hêzên Ewlekar yên rejîma Îranê li bajrê Qurwe bi awayeke nayasayî êrîş kirine ser mala welatiyeke Kurd bi navê Hadî Tehmasibî û destbiser dikin.
Li gor ramarên ku hatinî bilavkirin, di heyamê heyvekê de 10 hemwelatiyên Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îslamî ya Îranê ve hatine girtin.