Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komarîxwaz û gotûbêjên navikî

12:48 - 3 Kanûna pêşîn 2014

Şehab Xalidî

Piştî serkevtina komarîxwazan ev pirsa di mêjiyê gellek kesan de çê bûye, ku gelo ji niha şûnda wê çi bê serê wan gotûbêjên navikî yên bi Îranê re.

Bê guman Komarîxwaz li dijî van gotûbêjan in, û vê siyaseta Obama derheq Îranê bi tundî rexne dikin. Lewra ewê hewl bidin ku astengiyan li ser riya van gotûbêjan çê bikin.

Jiber ku hekî wan gotûbêjên navikî encameke erênî hebin, eva hem Obama wê hewlê bide bo rakirina dorpêçên aborî yên ku bi ser Îranê de sepandine, û hem jî wê bikare hewl bide bo razîkirina xelkê Amerîkayê ji dewleta xwe, ku wî di pirseke herî giring de serkevtin bi dest xistiye, û renge hewl bide di warê siyaseta derekî de jî pêdeçûnekê bi ser siyasetên xwe de bike, lê ji bîra me neçe ku dîsan jî komarîxwaz li ser riya Obama astengeke sereke ne, û bi hêsanî pêşniyara rakirina dorpêçên aborî qebûl nakin.

Lê hekî ew gotûbêjên navikî bê encam bimînin, wê demê Komarîxwaz wê zêdetir ji berê hewlê bidin bo sepandina dorpêçên aborî li dijî Îranê, û hem jî wê hêceteke baştir bikeve destên wan de, ji bo piropagendeyên hilbijartina serkomariyê ku kêmtir ji du salan maye.

Lê ya ku eşkere ye, eva ye ku komarîxwaz wê bi hemû hewla xwe pêşiya sivikkirina dorpêçên aborî ji aliyê Obama ve, wê bigrin. Ew yek bê guman ne bi dilê Îranê ye, jiber ku hemû hewla Îranê eva ye ku li jêr barê van dorpêçên aborî de derkeve. Lewra ew siyaset bêbandor nabe li ser gotûbêjên navikî.

Em hêvî dikin ku komarîxwaz nehêlin ji vî qasî zêdetir rejîma Îranê wextkujiyê bike, û biryareke cesûrane û micid li ser rejîma Îranê bidin. Ji ber ku hewce ye ku Amerîka û civata navdewletî bi giştî, bi hawara xelkê Îranê de herin, û nehêlin ku rejîma Îranê ji vî qasî zêdetir, pirsa mafê mirovan di bin ‘ebayê gotûbêjên navikî de veşere.