Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûnerên PDKÎ hevdîtinek li Parlemantoya Swêdê de lidarxistin

15:13 - 10 Kanûna pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Şandekî Patiya Demokrat a Kurdistana Îranê li Parlemantoya welatê Swêdê de hevdîtinek kirin.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, roja Duşemî 8’ê Çileya Pêşîn a 2014’an, berpirsê pêwendiyên PDKÎ li welatê Swêdê Hemîd Teyîmûrî bi halîkariya Aso Salih serdana parlemana wî welatî kirin û tevî berpirsê pêwendiyên Partiya Gel (Folk partiet) Fredrik Malm civînek girtin û li ser rewşa Îranê û bi xasmanî Kurdistanê û pirsgirikên Rojhilata Navîn bas û nîqaş kirin.

Di vê hevdîtinê de li ser rewşa Rojhilatê Kurdistanê û givaşên ku rejîma Îranê xistine ser xelkê, wek kirîza aborî, bihabûn, nebûna kar, jihelçûna nirxa nan û herwiha azar û eşkencedana hemwelatiyan ji aliyê milîşyayên ser bi rejîm û ezyet û azardana çalakvanên sivîl û rewşa girtiyên siyasî li girtîgeha Urmiyê ku dest bi gireva birçîbûnê dane û bersivnedana tu aliyekî pêwendîdar ên zîndanê û herwiha gefa darvekirina wan girtiyên siyasî ên Kurd ku di girevê de bas û gotin hat kirin.

Herwiha rûniştina rejîma Îranê ligel welatên 5 + 1 li ser doseya Navikî a rejîma Îranê, li navbera her du aliyan ve hat gengeşekirin û li ser wê bawerê bû ku her çend kirîza aborî li ser Îranê ye û hemwelatiyên Îranê dêxe bi zextan lê karbidestên rejîma Îranê û li serweyî hemiyan Xamineyî rêberê rejîma Îslamî naxwaze ew direwane ji wan bê diyar kirin û bi awayekê basa çeka Navikî dikin ku paşgez nebûne.

Basa piştî hatina Hesen Rûhanî weke serkomarê Îranê û binpêkirina mafê mirovan û tepeserkirina xelkê Îranê û ferq û cudahiya navbera gelê Îranê û bi xasmanî binpêkirina mafê gelê Kurd, di vê rûniştinê de hat kirin.

Ji aliyek din a vê rûniştinê de bas li ser êrîşên DAÎŞ’ê bo ser Herêma Kurdistan û Rojavaya Kurdistanê û banporên rejîma Îranê di wî şerî de ku hertim hewl daye şerên xwe li derveyî sînorên xwe bike, kirin.

Di dirêjahiya vê hevdîtinê de nûnerên PDKÎ got ku rejîma Îranê ji riya Qasim Silêmanî fermanê Sipaha Quds bo çendîn sazî û partiyan re givaş anî ku bandorên nikatîf li ser PDKÎ danê û hewla vê yekê dide ku pêşiya çalakiyên PDKÎ bi her riyekê ku bibe bigre.