Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şeş hemwelatiyên Kurd hatin binçavkirin

14:11 - 11 Kanûna pêşîn 2014

Kurdistanmedia Hêzên Ewlekar yên rejîma Îslamî a Îranê ciwanekî Kurd li Mihabadê û 5 welatiyên din ên Kurd li Sine destbiserkirin.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, roja Sêşemî 9’ê Çileya Pêşîn a 2014’an, hêzên Ewlekar ên rejîma Îslmaiya Îranê lawekî Kurd xelkê Mihabadê girtin û bo ciheke nediyar veguhastin.

Nûçegihariya Kurd nasnameya wî lawî Aso Ezîzî ragehandiye û hêjayê gotinê ye ku ew kese li cihê karê wî de girtin e.

Piştî girtina Aso Ezîzî ji aliyê hêzên Îtilatê bi kincên şexsî çûne nav mala welatiyê han yê Kurd û hemû alav û kampiyoter û hemû pirtûk û kerestên şexsî yên Aso û xoşka wî lêgerîn kirine û tev xwe birine.

Heta niha tu agahiyek li ser rewşa wî û cihê ragirtina wî ber dest nine.

Aso Ezîzî pêştir bi tometa çalakiyên siyasî ji aliyê qezaya dadwerî a rejîma Îranê ve bi yek sal girtîgeh hatibûm mehkûmkirin.

Herwiha di dirêjahiya şopa tepeserkirina hemwelatiyên Kurd, çend roj berî niha 5 çalakvanên olî bi navên Selahedîn Adabî, Seîd Têkyêxwaz, Mesûd Ceferî, Emced Mînûyî û Mihemed Hebîbî ji aliyê navenda Îtilatê a rejîma Îslamiya Îranê li Sine hatin bangkirin.

Di wê pêwendiyê de roja Sêşemî 9’ê Çileya Pêşîn a 2014’an, hêzên leşkerî a taybet ên rejîma Îranê ku li bajarê Serdeştê ve bi armanca lgerîna dûkanên hemwelatiyan bo Rebetê hatibûn şandin, tevî dûkançiyan tûşî pevçûnê bûn û di encam de 15 kes ji welatiyên Kurd girtin.

Li gor amara malpera Kurdistanmedia, di heyamê 20 rojan de, hêzên rejîma Îsîamiya Îranê pitir ji 31 hemwelatiyên Kurd girtine ku hêj tu agahiyek ji çarenivîsa wan li ber dest nine.