Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

24’emîn roja gireva girtiyên polîtîk yên Kurd / gefxwarinên rejîm di qonaxeke nû de

15:50 - 13 Kanûna pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Gireva birçîbûna zîndaniyên siyas yên Kurd di girtîgeha Navendî a Urmiyê de ligel bersiv nedana berpirsên zîndanê û balnekişandin bi ser daxwazên wan girtiyane, herwuha dirêje heye.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, îro roja Şemî 13’ê Çileya Pêşîn a 2014’an, 24 roj li ser gireva birîçîbûn ya girtiyên polîtîk ên Kurd li zîndana navendî a Urmiyê de derbas dibe.

Raportên hatinî bilavkirin bas ji ber bi xirapbûna rewşa silametî û laşên 6 kes ji girtiyên siyasî yên Kurd ku dest bi gireva birçîbûnê bi navên “Elîriza Resûlî, Sîrwan Nejawî, Yûsif Kakememî, Ebdulla Hemûdî, Mihemed Emîn Ebdullahî û Elî Efşarî dane, dike.

Elîriza Rsûlî, yek ji girtiyên siyasî li zîndana Urmiyê ye ku 33 roje dev ji xwerinê berdaye, rewşa tendurustiya wî pir xirab e û bo tedawîkirin li hundirê girtîgehê de jî muhlet pê nayê dayîn, bi awayekî ku di wê rewşa xirab de, berpirsên girtîgehê nehêlan e bijîşk heya derzîyekî jî bo selametiya wî bikar bînin.

Kempêyîna berevanîkirin ji girtiyên polîtîk û sivîl di raportekê de bilav kiriye ku ber bi xirabçûna rewşa silametiya Elî Efşarî, berpirsên girtîgeha Urmiyê naçar mane ku wî kesî bo nexweşxaneya derveyî zîndanê bibin, lê memûrekî girtîgehê bi temançê gefa kuştinê ji Elî Efşarî xwariye.

Hevdem ligel zext û givaşên li ser zîndaniyan, Mesûd Şemsnijad, parêzerê Kurd ê girtî di hefsa Urmiyê de, ketiye gireva birçîbûnê .

Gireva girtiyên siyasî ên Kurd li zîndana Urmiyê di bervara 20’ê Çiriya Paşîn a 2014’an, dest pê kir û bo desttekdana bi girtiyên ku di girtîgeha Urmiyê de li girevê de ne, çendîn zîndaniyên Kurd li girtîgeha Sine, Zahîdan, Recayîşar, benda Niswan a girtîgeha Urmiyê û girtiyên başûrê Îranê, dest bi girevê kirine.

Piştî gireva zîndaniyên siyasî yên Kurd li hinek ji girtîgehên Îranê de, piraniya navendên mafên mirov a Kurdistanê bi bilavkirina daxûyaniyeke hevpar, piştevaniya xwe ji girtiyên siyasî ên Kurd di girtîgeha Urmiyê de, ragehandin.

Di wê pêwendiyê de, roja Çarşemî bervara 10’ê Çileya Pêşîn a 2014’an, hevdem ligel roja cîhanî a mafê mirov, meşeke berfireh bo piştevanîkirin ji zîndaniyên siyasî yên Kurd ên dest bi girevê li zîndana Urmiy de kirine, li ber deriyê Parlemana Herêma Kurdistanê hat lidarxistin û di daxûyaniyeke hevbeş ku ji aliyê 16 rêxistinên navendî a mafê mirov û medenî hatibû bilavkirin, ji gireva birçîbûna wan girtiyên siyasî ên Kurd piştevanîkirin.

Herwiha bervaa 7’ê Çileya Pêşîn a 2014’an di civînekê de ku bi hinceta roja Xwendekar li parka Lale a Tehranê bi rêve çûbû, çalakvanên sivîl û mafê mirov aknciyê tehranê diştevanî ji girtiyên Kurd kirin.

Ji aliyek din ve, li bajarên Herêma Kurdistanê û Ewropa bo piştevanîkirin ji gireva birsîbûna girtiyên siyasî yên zîndana navendî a bajarê Urmiyê, xwenîşandanên berfireh lidearxistin.