Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

%15 nifûza Îranê li serweyî 6 salî nexwendevan in

19:20 - 13 Kanûna pêşîn 2014

Kurdistanmedia: 21 molyîn kes di Îranê de ku temenê wan serweyî 6 salî ye, nexwedevan in.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia û dawîn serhejmariya Îranê li sala 2011’an, niha 9 molyon û 700 hezar kes nexwendevan ku temenê wan serweyî 6 salî ye, di Îranê de jiyan dikin.

Li gor rapora han, jibilî nexwendevarî herîkêm 67 milyon û 681 hezar kes ji nifûza Îranê li serweyî temen 6 salî de ye, 9 milyon û 719 kes nexwendevan in û 60 hezar kes ji tu agahiyeke perwerdeyî liber destê wan nine.

Herwiha amar bas ji vê yekê dikin ku 11 milyon nexwendevan û 9 milyon xwendevan li asta navendî di Îranê de heye.

Di navbera temanê 10 heta 45 sal ku 50 milyon û 845 hezar kes ji nifûza Îranê ye, 3 milyon û 456 hezar kes nexwendevan e û 381 hezar kes ji xwendevariya wan nebaş e.

Ji aliyek din ve, rêveberê Perwerdeya bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê ragehand ku bajarê wan yek ji sê bajarên nexwendevan ê Îranê ye.

Navbirî got: “Parêzgeha Urmiyê ku 42 bajar, bajarok, qeza û nehye pêve girêdayî ne û nifûsa wê zêdeyî 3 milyon kes e, li gor amarên dawî li parêzgehê 183 hezar nexwendevan hene”.

Li parêzgeha Urmiyê 5 hezar û 370 debistan hene û 557 hezar û 112 xwendekar li wan dixwînin. Û bi giştî di parşzgeha Urmiyê de nêzî bi 233 hezar nexwendevan hene. Pirsa nexwendevaniyê di demekê de ket rojevê ku berpirsên Îranê behsa nehiştina nexwendevaniyê dikin.

Bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê, bajarekî dewlemend e û akinciyê wê ji Kurd û Tirkên Azerî pêk tên. Urmiye bi gola xwe jî navdar e ku niha hino hino ziwa dibe û berpirsên Îranê ji vê mijarê berpirs tên dîtin.

Di wê pêwendiyê de, li gor ramarên ku ji aliyê Navenda Perwerde û Hînkirina rejîma Îslamî a Îranê ve hatiye bilavkirin, li Parêzgehên Kurdistana Rojhilatê “Sine zêdeyî 286 hezar, Kirmanşanê zêdeyî 307 hezar, Îlamê nêzî 84 hezar û Urmiyê nêzî bi 233 hezar” nexwendevan hene.