Kurdistanmedia: Endam û alîgirên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi hinceta roja pêşmergeyên Kurdistanê li bajarên Kurdistanê çalakiyên cur ba cur ên teblîxî birêve birin û ew roja bilind nirxandin.
Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, rojên Şemî û Yekşemiyê bervara 6 û 7’ê Çileya Pêşîn a 2014’an, tekoşerên rêvînga riya azadî li bajarên Kurdistanê bi bonya roja 26’ê Sermawezê roja pêşmergeyên Kurdistanê ber bi pîrbûna ew roja dîrokî ve çûn û ew roja bilind nirxnadin.
Endamên PDKÎ weka salên derbasbûyî emegnasî û wefadariyên xwe bi Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê îlankirin û bi hinceta roja pêşmergeyên Kurdistanê çalakî birêve birin.
Endam û alîgirên wefadar ên PDKÎ li bajarê Merîwan, Bokan û Mihabadê bi hinceta 17’ê Çileya Pêşîn roja pêşmergeyên Kurdistanê bi bilavkirin poster, tirakt û wêneyên taybet ên komîsyona teşkîlat a PDKÎ ku bi vê bonê bilav kirine, çalakiyên berfireh birêve birin û roja pêşmergeyên Kurdistanê bilind nirxandin.
Herwiha CD ên awarte bi roja pêşmergeyên Kurdistanê di nav malan û karmandan û mamostayan de bilav kirin û ewa bû cihê dilxweşiya hemwelatiyan û bi germ û gorî pêşvazî ji boneyê kirin.
Ji aliyek din ve, di demekê de ew çalakiyane birêve çûn ku hêzên rejîma Îslamiya Îranê geştên xwe ên şevane zêdetir kirine û bi awayekê ku ew bajarane milîtarîze kirine.