Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Urmiye/ 26 roj derbas bû, hêj di girevê de ne

18:44 - 15 Kanûna pêşîn 2014

Kurdistanmedia: 26 roj li ser gireva birçîbûna zîndaniyên siyasî yên Kurd li hepsxaneya Urmiyê derbas dibe û hêj di girevê de ne, herwuha ji aliyê berpirsên zîndanê ve îzin nehat dayîn malbatên wan girtiyane zarokên xwe bibînin.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, îro roja Duşemî bervara 15’ê Çileya Pêşîn a 2014’an, 26 roj li ser gireva birçîbûna girtiyên siyasî yê Kurd li girtîxaneya Urmiyê de derbas dibe û roj ligel rojê rewşa saxlemiya wan xirabtir dibe û serbarê bersivnedana daxwazên wan girtiyane ji aliyê berpirsên girtîgeha Urmiyê ve, gefa kuştin û darvekirin û sirgûnkirina wan girtiyane hatiye xwarin.

Heyamê 26 roje girtiyên siyasî yên Kurd ên benda 12’an a girtîgeha Urmiyê bi sedema cîbicî nekirina daxwazên wan zîndaniyane ji aliyê berpirsên hepsxaneya Urmiyên, dest bi gireva birîçîbûnê kirine.

Berxwedana girtiyên siyasî ên Kurd di girtîgeha Urmiyê de li 20’ê Çiriya Paşîna 2014’an, dest pê kir û îro 26 roj li ser gireva birçîbûna wan girtiyane de derbas dibe û her diçe rewşa tendurustiya wan girtiyane ber bi xirabbûnê ve diçe û berpirsên rejîma Îslmaiya Îranê guhê xwe nadene daxwazên wan girtiyane.

Sibêdeya roja Yekşemî malbata wan girtiyane ku di gireva birçîbûnê de ne bi armanca dîtina zarokên xwe çûbûne ber deriyê girtîgeha Urmiyê, lê berpirsên girtîgehê îzin nedane ku zarkên xwe bibînin.

Yek ji xizmên wan girtiyane bi malpera nûçegihaniya Kurdistanmedia ragehand: Roja Yekşemî em çûne ber deriyê zîndanê û bi armanca dîtina zarokên xwe û rewşa saxlemiya wan bizanîn, lê memûrên girtîgehê îzna vê yek bi me nedan û gellek bêrêzî jî ji me kirin.

Herwuha wî kesî got: Piraniya malbatên wan girtiyên siyasî yên Kurd ku di gireva birçîbûnê de ne, çendîn roje li ber deriyê girtîgehê dimînin ku bikaribin zarokên xwe bibînin, lê bi tu awayekê îzin nayê danyîn serdana zarokên xwe bikin û ew malbata gellek dilgiran in.

Ji aliyek din we ew malbatane serdana dozgeriya Şoreş a Urmiyê jî kirin û daxwaz ji dadgehê kirin ku îzin bidin zarolên xwe bibînin û riyekê bibînin û daxwazên wan girtiyane cîbicî bikin.

Malbatên zîndaniyên siyasî yên Kurd ku di gireva birçîbûnê de ne li ber deriyê girtîxaneya Urmiyê xwepêşandan lidarxistin û rastî gefên hêzên rejîma Îslamiya Îran hatine.

Di wê pêwendiyê de, navenda Îtilatê a rejîma Îslamiya Îranê di dirêjahiya hewldan bo şikandina gireva birîçîbûna girtiyên Siyasî yên Kurd di girtîxaneya Urmiyê de gef birêvebirina ceza “Saman Nesîm” zîndaniyê siyasî yê Kurd mehkûm bi darvekirinê, xwerine, lê navbirî guhê xwe nedaye wan û dirêje bi gireva xwe dide.

Raport bas ji vê yek dike ku rewşa saxlemiya wan girtiyane her diçe xirabtir dibe û wan girtiyane ragehandine ku heya daxwazên me nehên cîbicîkirin dest ji gireva xwe bernadin.

Girtiyên siyasî ên Kurd yên benda 12an a girtîgeha Urmiyê bo derbirîna narizayetî derheq bi nebaşbûna rewşa wan û herwiha givaş xistina ser girtiyên siyasî ji aliyê berpirsên zîndanê ve ji riya muhlet nedana malbatan bi dîtina zarokên xwe di girtîgehê de, îzna mifahwergirtin ji telefona zîndanê, veguhestina girtiyên siyasî bal girtiyên sûçdar bi tawançn giştî weke kuştin, dizî, kêrkêşan û ...hwd, dest bi gireva birçîbûnê kiribûn.

Roja Yekşemî çend zîndaniyên siyasî yên Kurd ku di girtîgeha Urmiyê dest bi gireva birçîbûna de ne dest bi gireva birçîbûna hişk kirin û ragehandine ku heta daxwazên me nehên cîbicîkirin em dest ji gireva xwe bernadin.

Bi wî sedemî hinek ji wan girtiyane rewşa saxlemiya wan xirabtir bûye.

Elîriza Resûlî, Sîrwan Nejawî, Yûsif Kakememî, Ebdulla Hemûdî, Mihemed Emîn Ebdullahî û Elî Efşarî û Şêrko Hesenpûr ji wan girtiyanene ku di gireva birçîbûnê de ne ku rewşa saxlemiya wan nebaş e.

Di demekê de ku Elî Efşarî bi sedema xirabbûna rewşa tendurustiya wî bo nexweşxanê birin ji aliyê yek ji serbazên girtîgehê ve gefa kuştinê jê hatiye kirin.

Hevdem ligel zext û givaşên li ser zîndaniyan, Mesûd Şemsnijad, parêzerê Kurd ê girtî di hefsa Urmiyê de, dest bi gireva birçîbûnê daye.

Di wê pêwendiyê de, hejmarek ji girtiyên siyasî ên girtîgeha navendî a girtîgeha Zahidanê ku hejmara wan ji aliyê kempêyîna berevanîkirin ji girtiyên siyasî û silîv 20 kes hatiye bilavkirin, piştevaniya xwe ji gireva birçîbûna girtiyên siyasî ên Kurd li girtîgeha Urmiyê ku bi nameyeke vekirî bo Komîsiyera bilind a mafê mirov, rêxistina lêborîn a navdewletî û rêporterê taybet a Saziya Neteweyên Yekbûyî li karûbarê mafê mirov di Îranê de, îlankirin.

Di nameya girtiyên siyasî ên Zahidanê de hatiye ku eger berpirsên girtîgeha Urmiyê pêdeçûn bi daxwazên girtiyên siyasî ên girtîgeha Urmiyê nekin, emê jî dest bi gireva birçîbûnê bikin.

Herwiha zîndaniyên siyasî ên Kurd li girtîgeha Sine bi bilavkirina daxûyaniyek peştevaniya xwe ji gireva girtiyên Urmiyê kirine û ragehandine ku eger bêdeçûn bi xwasên girtiyên siyasî ên girtîgeha Urmiyê nehêkirin, bo piştevanîkirina ji wan girtiyane emê gireva birçîbûna xwe dest pê bikin.

Bo desttekdana bi girtiyên ku di girtîgeha Urmiyê de li girevê de ne, çendîn zîndaniyên Kurd li girtîgeha Sine, Zahîdan, Recayîşar, benda Niswan a girtîgeha Urmiyê û girtiyên başûrê Îranê, dest bi girevê kirine.

Piştî gireva zîndaniyên siyasî yên Kurd li hinek ji girtîgehên Îranê de, piraniya navendên mafên mirov a Kurdistanê bi bilavkirina daxûyaniyeke hevpar, piştevaniya xwe ji girtiyên siyasî ên Kurd di girtîgeha Urmiyê de, ragehandin.

Di wê pêwendiyê de, roja Çarşemî bervara 10’ê Çileya Pêşîn a 2014’an, hevdem ligel roja cîhanî a mafê mirov, meşeke berfireh bo piştevanîkirin ji zîndaniyên siyasî yên Kurd ên dest bi girevê li zîndana Urmiy de kirine, li ber deriyê Parlemana Herêma Kurdistanê hat lidarxistin û di daxûyaniyeke hevbeş ku ji aliyê 16 rêxistinên navendî a mafê mirov û medenî hatibû bilavkirin, ji gireva birçîbûna wan girtiyên siyasî ên Kurd piştevanîkirin.

Herwiha bervaa 7’ê Çileya Pêşîn a 2014’an di civînekê de ku bi hinceta roja Xwendekar li parka Lale a Tehranê bi rêve çûbû, çalakvanên sivîl û mafê mirov aknciyê tehranê diştevanî ji girtiyên Kurd kirin.

Ji aliyek din ve, li bajarên Herêma Kurdistanê û Ewropa bo piştevanîkirin ji gireva birsîbûna girtiyên siyasî yên zîndana navendî a bajarê Urmiyê, xwenîşandanên berfireh lidearxistin.

Ji aliyek di ve, 85 kes ji jinên çalakvanên siyasî û medenî di daxûyaniyekê de piştevanî ji gireva birçîbûna girtiyên Kurd ên hepsxaneya Urmiyê kirin.

Bi sedema pêrenegihîştin û kiryar û helwêstên na mirovane ên berpirsên girîgeha Urmiyê, roja Pênşenî 20’ê Çiriya Paşîn a 2014’an, girtiyên siyasî yên Kurd ên wê girtîgehê dest bi gireva birçîbûnê dan.