Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

RWB: 66 peyamnêr di sala 2014’an de li seranserê cîhanê hatiye kuştin

14:36 - 17 Kanûna pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Rêxîstina Peyamnêrên Bêsinor (RWB) ragehadiye ku di sala 2014’an de tondatîjî dijî peyamnêran zêdetir bûye.

Li gor raporta malpera Rêxîstina Peyamnêrên Bêsinor, sala 2014’an 66 peyamnêr di seranserê cîhanê de hatine kuştin.

Di heyamê yek salê borî de 6 rojnamevanê jin ku bi berhevdan ligel sala derbasbûyî %100 zêde kiriye.

Deverên ku şer têde heye zêdetir qorbanî hene û di vê navberê de Sûriye wek xirabtirîn welat li varê mirinê de bo peyamnêran di heyamê sala borî de hatiye naskirin.

Amarên Rêxistina Peyamnêrên Bêsinor nîşan dide ku di sala derbasboyî de 71 rojnamevan hatine kuştin.

Di heyamê 10 salan de 720 peyamnêr di cîhanê de hatine kuştin.

Amara refandina peyamnêran di heyamê yek sala borî de, ji seda 37 bi berhevdan ligel sala 2013’an bilin bûye û 119 peyamnêr refandin e.

Sala borî 853 rojnamevan hatine girtin û tekez li ser vê tê kirin ku 178 rojnamenivîs di girtîgehan de ne.
Rejîma Îranê jî wek yek ji mezintrîn zîndana rojnamevanan ji aliyê RWB ve hatiye ragehandin.

Niha 58 rojnamevan û weblagnivîs di girtîgehên Îranê de ne ku 25 kes ji wan di heyama salekê de hatine girtin herwiha di heyama hikûmeta Rûhanî de 14 rojname û saziyên ragihandinê bi awayekî dayimî yan demkî hatine tiqûfkirin.