Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di 14 mehan de kêmî ve 182 kolberên Kurd bûne gorî

16:39 - 7 Tîrmeh (Temûz) 2012

Kurdistanmedia: Li 14 mehên derbasbûyî de, kêmî ve 182 kolberên Kurd li ser sînorên Kurdistana Îranê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve bi sedemên nerohn hatine kuştin yan jî birndar bûne.


Li gor amarekê ku nûçegihaniya “Kurdpa” belav kiriye, di destpêka buhara 2011’an de heya niha, 182 kolberên Kurd hatine kuştin yan jî birîndar bûne. Kolberên ku di deverên sînorî ên Kurdistana Îranê di pêxema dabînkirina bijîva jiyanê û nebûna derfetên kar, rû li karê pirr metirsî yê kolberiyê kirine.
Çavkaniyê sedemên mirina wan kolberan pirranî bi teqeya rasterast a hêzên rejîma Îranê daye zanîn, hin ji wan jî bi teqîna mynên çeqandî ji aliyê rejîma Îranê ve.

Beşek ji wan kolberan jî seba serr û seqemê di werza Zivistanê de canê xwe ji dest dane.

Rapora han belav kiriye ku pirraniya caran hêzên rejîma Îranê kemînan ji kolberan re dadinên û bibê tu agehdariyekê destrêja gulleyan ji wan dikin.
Di wan dawiyane de hêzên rejîma Îranê bi jixwekirina kincên kolberan xwe ji karwanîn wan nêzîk dikin û dest bi kuştin û desbiserdegirtina barên wan dikin.
Rejîma Îranê deverên sînorî ên Kurdistana Îranê bi hêcetên cur bi cur maynrêj kirine, ku kiryara han tenê dibe seba kuştin û kêmendamkirina kolber û kasibkaran.

Xêncî kolber û kasibkaran, heya niha seba maynên çeqandî, çendîn jin û zarok jî kêmendam bûne.
23’mîn Salvegera Terora Dr. Qasimlo