Kurdistanmedia: Ehmed Şehîd nûnerê Neteweyên Yekbûyî li karûbarê mafê mirov li Îranê, serdana bajarê Hamburgê kir û tevî hejmarek ji zîndaniyên siyasî hevdîtin kir.
Li gor rapora malpera Kurdistanmedi, roja Şemî 13’ê Çileya Pêşîn a 2014’an, Ehmed Şehîd di serdana xwe a sê roje de di pêwendî ligel vekolîna taybet bi girtiyên siyasî li hepsxaneya rejîma Îslamiya Îranê, çûbû bajarê Hamburgê a welatê Almanê û tevî hejmarek ji girtiyên siyasî ên neteweyên Îranê û çalakvanên mafê mirov û siyasî rûniştin kir û vekolînek li ser rewşa nebaş a nav girtîxaneyên rejîma Îslamiya Îranê û binpêkirina mafê mirov li Îranê kir.
Ehmed Şehîd di roja duyem a xwe de serdana sê çalakvanê siyasî yê Kurd kir ku pêştir li girtîgeha rejîma Îslamî a Îranê wek girtiyên siyasî mabûn.
Ew sê zîndaniyane ê Kurd, di vê hevdîtinê de bi hûrî basa rewşa nebaş a zîndaniyên siyasî yên Kurd û bi xasmanî cura azar û eşkencekirina girtiyan di nav hepsxaneyên rejîma Îslamî bo Ehmed Şehîd kirin û hejmareke zaf ji belgeyên taybet bi girtiyên siyasî, radestê Ehmed Şehîd kirin.
Ehmed Şehîd karî di wan sê rojên serdana xwe de guhdarî ji wan girtiyane bike û hayîdarê rewşa nebaş a girtîgehên rejîma Îslamî bibe û hinek belge û dêkomêntên taybet bi dest bixe.