Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Urmiye/ Diya şehîdekî riya rizgariya Kurdistanê wefat kir

18:43 - 18 Kanûna pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Xanima Xangil Omerzade xoşka şehîd Elaedîn Omerzade û dayîka Bextiyar Sergurdan, xelkê gundê Pîrancix a ser bi devera Soma ya Urmiyê bi sedema nexweşiyê çû ber dilovaniya xwedê.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, roja Duşemî 13’ê Çileya Pêşîn a 2014’an, Xangil Omerzade xoşka şehîd Elaedîn Omerzade û dayîka Bextiyar Sergurdan, xelkê gundê Pîrancix a ser bi devera Soma ya Urmiyê bi sedema nexweşiyê di temenê 65 saliyê de çû ber dilovaniya xwedê.

Tirba Meta Xangul Omerzade di nav aporaya xelkê Urmiyê de teslîmê axê kirin.

Şehîd Bextiyar Sergurdan sala 1955’an li bajarê Selmasê ji dayîk bûye û navbirî piştî hatina nav refa pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bervara 13’ê Gelawêja 1374’an a Rojî, li Cejnekanê hat şehîdkirin.

Herwuha birayê xanima Xangul bi navê Elaedîn Omerzade sala 1983’an di şerekî qehrimanane de ligel dagîkerên Kurdistanê hat şehîdkirin û girêdayî kariwana şehîdên Kurdistanê bû.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê serxweşiyê ji malbat û kes û karê (Xanima Xangil Omerzade) dike û xwe di xem û kovana wan de bi pişekdar dizane.