Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûnerê Meclisê: Werimîn ne 22 ji sedî, belkî 33 ji sedî ye

17:01 - 7 Tîrmeh (Temûz) 2012

Kurdistanmedia: Berdevkê Komîsyona Bername û Bodceyê yê Meclisa rejîma Îranê, amara 22 ji sedî a werimîn red kir û ragihand ku werimîn di Îranê de 33.5 ji sedî ye.


Berdevkê Komîsyona Bername û Bodceya Meclisa rejîma Îranê dibêje: Birêvebirina gelaleya armancdarkirina yaraneyan sebebê zêdebûna nirxa werimînê ye.
Bankê Navnedî yê rejîmê, nirxa werimînê di 12 mehan de 21.8 ji sedî û 22.2 ji sedî dabû zanîn.
Amarên nefermî nirxa werimînê di Îranê de bi caran pêtir ji amarên dewletî ragihandine. Rexnegir dewleta Îranê bi veşartina rastiyan û ranegihandina nirxa rastîn a werimînê tawanbar dikin.
Li gor gotina karnasan, birêvebirina gelaleya armancdarkirina yaraneyan nirxa werimînê di Îranêde zêde kirye.
Xulamriza Katib, Berdevkê Komîsyona Bername û Bodceya Meclisa nehê dibêje: Nirxa kalayên sereke pirr giran bûye û xelk û bi taybetî qata hejar û xesardîtî ji destên giraniyê dinalin.
Berê jî Xulamelî Ceiferzade Îmenabadî, Endamê Komîsyona Bosdceyê yê Meclisê, gotibû: Birêvebirina gelaleya armancdarkirina yaraneyan, xesarên mezin ji xelkê, abûrî û kar û pîşe di welat de daye û giranî pêkaniye, bi awayekê ku 85 ji sedî a xelkê Îranê li jêr hêla hejariyê de dijîn.
Ceifer Îmenabadî, bi amaje bi amarên du mehên dawî, dibêkje: Dahata jêr 275 hezar tûmen hêla birsîtî, 400 hezar tûmen hêla hejarî û 795 heraz tûmen sînorê jiyanê li gor nurmên cîhanî ye.
23’mîn Salvegera Terora Dr. Qasimlo