Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kar û çalakiyên endam û alîgirên PDK Îranê bi boneya 23’mîn salvegera terora “Dr. Qasimlo” li Rojhilata Kurdistanê destpê kir

18:22 - 7 Tîrmeh (Temûz) 2012

Kurdistanmedia: Di nêzîkatiyên 22’ê Pûşperê 23’mîn salvegera terora rêberê navdar yê Kurd, “Dr. Qasimlo” li gund û bajarên Rojhuilata Kurdistanê de kar û çalakiyên teblîxatî hatin lidarxistin.


Li gor nûçeyê gihîştî malpera Kurdistanmedia, di nêzîkatiyên 22’ê Pûşperê 23’mîn salvegera terorkirina şehîd “Dr. Qasimlo” ji aliyê tetrorîstên rejîma Îranê ve, endam û alîgirên PDK Îranê di hin bajar û deverên Kurdistana Îranê de bi beklavkirina wêne, tirakt, CD û dengê şehîd “Dr. Qasimlo” bîranîna wî rêberê mezin yê Kurd bilind nirxandin û wefadariya xwe li gel rêbaza “Qasimlo” nû kirin.
Çalakiyên han li bajarê Urmiyê û hin gerekên wî bajrî birêve çûn û wêne tirakt û posterên taybet bi wê boneyê belav kirin.
Li bajarê Nexede jî di zaf deverên wî bajarî û hin gundan de çalakiyên taybet bi 22’ê Pûşperê ji aliyê endam û alîgirên PDK Îranê ve birêve çûn.
Li bajarê Pîranşarê endam û alîgirên PDK Îranê bi belavkirina tirak, wêne, CD û dengê Dr. Qasimlo wefadarî li hember wî rêberê mezin yê Kurd hat nû kirin.
Bajarê Bokanê jî bi awayek berfireh bi dirûşm, wêne, CD ên taybet bi 22’ê Pûşperê çalakiyên teblîxatî birêve birin.