Kurdistanmedia: Hêzên Ewlekar yên rejîma Îranê çalakvanekî Kurd bi ser cihê karê wî girtin û bo mekaneke nadiyar veguhastin.
Li gor raporta malpera Kurdistanmedia, roja Duşemî 29’ê Çileya Pêşîn a 2014’an, Mêhrdad Eemînwezîrî çalakvanê kedkarê yê bajarê Sine ji aliyê hêzên bi kincên şexsî ên navenda Ewlehî yên rejîma Îslamî ya Îranê ve hat girtin û bo ciheke nadiyar hat veguhastin.
Welatiyê han yê Kurd piştre li bervara 13’ê Çileya Pêşîn a 2014’an bi telefon bo navenda Ewlehî a rejîma Îranê hatibû bang kirin û piştî 2 demijmêran vekolîn û bêrêzîkirin, azadkirin.
Kempêyîna berevanîkirin ji girtiyên siyasî û sivîl ragehand ku Mêhrdad Emînwezîrî bi tometa çalakîkirin tevî yek ji partiyên Kurd û beşdarîkirin di civîna berxwedana Kobanê ku vekolînên zaf li ser wan mijarane bûn gazî kiribûn û paşan binçavkirin.
Mêhrdan di sala 2011’an bo heyamê 32 rojan di girtîgeha navenda Îtilatê de maye û paşan bi wesîqeya 15 milyon Tûmen hat azadkirin.
Her di wê pêwendiyê de, Rêbwar Ebdullayî hemwelatiyê Kurd xelkê Sine, roja Pênçşemî 11’ê Çileya Pêşîn a 2014’an, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hat girtin û hêj çarenivîsa wî nediyar e.