Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

PAK tevî PDKÎ hevdîtin kir

13:40 - 7 Kanûna Paşîn 2015

Kurdistanmedia: Partiya Azadî ya Kurdistana Bakûrê serdana deftera pêwendiyên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li bajarê Hewlêrê Kir.

Li gor raporta malpera Kurdistanmedia, roja Yekşemî 4’ê Çileya Paşîn a 2015’an, Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK) bi serperestiya Ebdulrehman Gundkî û Orhan Kaya nûnerê vê partiyê li Herêma Kurdistanê serdana deftera pêwendiyên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) kirin û ji aliyê Mihemed Salih Qadirî endamê Komîteya Navendî yê PDKÎ ve hatin pêşwazî kirin.

Di wê hevdîtinê de Mihemed Salih Qadirî serbarê bixêr hatina şanda PAK û pîrozbahiya fermî ya avedaniya wan weke partiyeke yasayî bo xebata Kurd li Bakûrê Kurdistanê, basek li ser dîroka PDKÎ û siyaset û pirensîpên wî li hember parçên din yê Kurdistanê pêşkeş kir.

Herwuha Mihemed Salih di dirêjahiya axaftina xwe de tekez li ser yekrêzî û yektebayî û halîkariya navbera partî û aliyên siyasî û parastina berjewendiyên gelê Kurd kir.

10253.jpg


Piştre Ebdulrehman Gundkî serperestê heyeta PAK serbarê derbirîna spas û pêzanîn ji pêşwaziya germ ya pêwendiyên PDKÎ, berpirsê pêwendiyên xwe li Herêma Kurdistanê bi navê “Orhan Kaya” nasand û basa çawaniya damezrandina partiya xwe li Tirkiyê û yekemîn biryarên kongireya xwe kir.

Di dawiyê wê hevdîtinê de har du aliyan li ser domandina pêwendiyên navbera her du partiyan de tekezkirin.