Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Terora bi guman a dozgerê taybet bi keysa Amiya

19:39 - 21 Kanûna Paşîn 2015

Kurdistanmedia: Serdozgeriyekî dewleta Arjantînê bi veşartina rola Îranê li operasiyona terorîstî a navendeke Cihûyan li wî welatî sûçdar kiribû, bi awayekî gumanavêj jiyana xwe ji dest da.

Carek din nûçeya ji nû ve vejîna destê terora rejîma Îslamî ya Îranê li cîhanê belav dibe. Rojnameya “Boynos Ayrês Harld”ê, roja Duşemiyê 19’ê Çileya Paşîn a 2015’an eşkere kir ku termê bêcan yê Albêrto Nîsmen, dozgerê taybet bi keysa “Amiya” wate navenda Cihûyan li Boynos Ayrêsê, di hemama mala xwe de hate peydakirin.

11850.jpg
dozgerê taybet bi keysa “Amiya” wate navenda Cihûyan li Boynos Ayrêsê

Eva di demekê de ye ku biryar bû di heman rojê de, wate 19’ê Çileya Paşîn a 2015’an, navbirî li parlemêntoya welatê xwe de hazir be, û belge û encama lêkolînên xwe ku hêzên ser bi Îtila’ata rejîma Îslamî ya Îranê weke tawanbar didin nasîn, bixe ber bas û nêrîna parlemêntê.

Hewceyî basê ye ku di pêvajoya bombedanîna navenda Cihûyan “Amya”, 85 kesan canê xwe ji dest dan, û 300 kes jî birîndar ketin. Albêrto Nîsmen di encama lêkolînên xwe de, di sala 2013’an de ragehandibû ku torên îtila’atî ên ser bi rejîma Îslamî li Amerîkaya Bakur ji nû ve vejiyane, û bikerên vê bombedanînê ne.

“Êşpîgêl Anlayn”ê eşkere kir ku, Albêrto Nîsmen navê hindek ji kesati- yên bilind ên rejîma Îslamî xistiye nava lêkolîna xwe. Albêrto Nîsmen herweha dide zanîn ku “Mohsin Reb- banî” şêvirmendê karûbarên çandî yê rejîma Îslamî li Arjantînê di salên derbazbûyî de, berpirsê rêxistina tora sîxorî û îtila’atî ya rejîma Îslamî di Amerîkaya Bakur de ye.

11852.jpg

Albêrto Nîsmen herweha di tomet- nameya xwe de bas ji Muhsin Rizayî, Elî Ekber Wêlayetî, Elî Ekber Haşimî Refsencanî, Ehmed Wehîdî, Elî Felahiyan û Hadî Silêmanpûr jî dike, û beşdariya wan di vê teqînê de nîşan dide.

Hevdem nûçegehaniyên Firansayê eşkere kirin ku “Ehmed Bin Mobarek” serokê nivîsîngeha serkomariya Yemenê jî, ji aliyê girûpa Ensarullah ya ser bi rejîma Îslamî ve hatiye revandin. Ji aliyekî din ve jî, li Sûriyê û di encama êrîşa Îsraîlê bo ser hêzên Hizbullaha Lubnanê û hêzên Spaha Pasdarên Îranê, 16 kes hatin kuştin, ku şeş kes ji wan endamên Spaha Pasdaran û xwediyê pileyên leşkirî bûne.