Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mihemed Nezîf Qadirî

18:08 - 24 Kanûna Paşîn 2015

Birêz Mihemed Nezîf Qadirî“Bîreweriya min ya tal, di rastî de şerê Helepçe, û dîtina wî xelkê bê tawan bû ku ji aliyê rejîma Be’s ve hatibûn şehîdkirin, ji ber ku ez di nav wan bûyeran de bûm”.
Mihemednezîf Qadirî kurê Îbrahîm sala 1946 (1325)’an di Bayinganê û di malbateke naskirî ya melbenda Hewraman û Ciwanroyê ji dayîk bû.

Mihemednezîf Qadirî di temenmê 7 saliyê de çûye xwendingehê, û heya pola şeşê destpêkî di Bayinganê de xwandiye, û qonaxa nawendî û paşnawendî di xwendingeha Mihemedriza Şahê Pehlewî di bajarê Pawe de bi dawî aniye, û di tewahiya dema xwendinê de, di rêza dersxwanên herî baş û serkevtî de bûye.

Piştî xwandina qonaxa paşnawendî bi armanca domandina xwendinê di Amerîkayê de, pêwendiyê bi Civata FerhengîÎran û Amerîka li Kirmaşanê ve kiriye. Di havîna sala 1978’an de çûye bajarê Xuremşar û piştre çûye Ehwazê û di zankoya Cindî Şapûr ya Ehwazê li konkora şandina xwendekaran bo derve de beşdarî kiriye, û di encam de bo zankoya Meyamêy a Oklahoma ya Eyaleta Vêcîniya a Amerîkayê tê wergirtin. Ew rewşa hevdem bûye digel detspêka meşên li dijî rejîma paşatiyê a Mihemedriza Şah û destpêkirina xebata siyasî û eşkere ya PDKÎ.

Wî jî beşdarî di meşên nerazîbûnê de kiriye, û hêviya wî gihîştina gelê Kurd bi armancên xwe bi rêbertiya PDKÎ bûye, lewra di refa rêkxistinên PDKÎ de, di Hewraman û Ciwanro û Bayingan û Kirmaşanê de, mil bi milê xebatkarên wê deverê erkên xwe yên hizbayetiyê bi rê ve biriye. Di wê demê de bû ku axûndan siyaseta şer li dijî xelkê Kurdistan girtin pêşiya xwe, û piştî şerên Sine û Nexedê, û ....hwd, û di dawiyê de jî şerê Pawe dest pê kir, û Xomêynî biryara cîhadê li dijî xelkê Kurdistanê derkir, û ragehand ku PDKÎ hiloşayî ye, û biryara girtin û îdama endamên PDKÎ derkir. Di wê demê de navirî yek ji wan kesan bûye ku biryara girtinê jê re hatiye birîn, lewra di hember de biryara domandina xebatê hilbijartiye, û xizmet û rêbaza PDKÎ û gelê xwe girtiye pêşiya xwe, lewra nikare here Amerîkayê û heya niha jî bi serbilindî ve di çepera berxwedanê de ye.

Navbirî nasyariya xwe bi PDKÎ re weha tîne ziman: “Di rastî de her di temenê 15 saliyê de, bi sedema serdanên kesên naskirî yên Hewraman û Ciwanroyê bo mala me, û herweha axivtinên wan yên li ser Komara Kurdistanê û Qazîmihemed û şerê Ciwanro li dijî hêza paşatiyê, û piştre jî bandora şoreşa başûra kurdistanê, û beşdariya hinek ji xizmên me di şoreşê de, di gel hizr û bîra hizbatiyê nasyar bûm. Tiştek din jî ku ji bo min û gellek kesên din mînak bûn, stranên hunermendên naskirî yên Kurd wekî Hesen Zîrek û Tahir Tofîq bûn.

Her eva ku Hesen Zîrek di xetekê de digot: “Kurd nîm, Dîmokratim bê”, û strana “Şîrîn Behare û gelî serbestî” a Tahir Tofîq. Di rastî de wan hunermendan bandora xwe li min kirin”.

Navbirî herweha tevlîbûna xwe bi PDKÎ re weha tîne ziman: “Yekem car li bajarê Mehabadê de, ji riya endamekî nemir yê hizbî ve, bi navê Hemîd Kakîlî, xelkê Mehabadê bi şehîd Segurd Ebasî hatim nasandin, ku wê demê kak Ebas Weysî jî bi min re bû. Çend qebze çekên bernoyê û wesayiteke cîb a fermandehiyê, me wergirt. Piştî vegeriyana ji Mehabadê, min û kak Ebas Weysî rêkxirawa hizbê di bayinganê de, me ava kir, û binkeya PDKÎ di herêma Bayinganê bi awayekî fermî me vekir”.

Birêz Mihemednezîf Qadirî roja herî xweş a jiyana xwe weha ji Agirî re anî ziman: “Ji min re bîreweriya herî xweş ew e ku di şerê sê heyvî de, hêza pêşmerge, hêzên rejîma Îranê xistin tengaviyê de, û Xomêynî neçar kirin ku peyama 26’ê Xezelwerê bide ji bo çareseriya pirsa Kurd.

Di wê demê de, ku carek din em çûne herêma Bayinganê, û çend dîlên şer jî li cem me bûn, xelkê pêşwazî ji me kir, û di xweşiyê de, me rondikên xweşiyê barandin”.

Navbirî roja herî nexweş ya pêşmergatiya xwe jî weha tîne ziman: “Bîreweriya min ya tal, di rastî de şerê Helepçe, û dîtina wî xelkê bê tawan bû ku ji aliyê rejîma Be’s ve hatibûn şehîdkirin, ji ber ku ez di nav wan bûyeran de bûm”.

Li derheq jiyana hevpar jî navbirî weha ji Agirî re axivî: “Di 18.09.1368 (1989)’an de, min jiyana hevpar digel Şêwe Qareman Keyxosrew pêk anî, û di Qeslan, binkeya wê demê ya hêzên “Cinûba Kurdistanê”, ku ez berpirsê melbenda duyem ya “cinûba Kurdistanê” bûm. Çawaniya vê xizmatiyê jî vedigere bo nasyariya malbata me di gel mala xizûrê min, û pesendkirina rabin û rûniştina civakî ya wan, û hesta wan ya kurdperwerî, û ogiriya wan bo PDKÎ.

Berhema jiyana me sê keç û kurek in. Jiyar keça mezin û nû bere ye, û niha sala şeşem ya kolêja pizişkî dixwîne, Tewar keça duyem sala çarem ya kolêja petrolê ye, Hejîr sala duyem ya zankoya Amerîkî ye, û Hêlîn sala sêyem ya nawendî ye”.

Navbirî bi vê gotinê dawiyê bi hevpeyvîna xwe tîne: “Ez şanaziyê bi vê rê û şopê dikim, ku min hilbijartiye, û li ser vê baweriyê me ku tu sermayeyek ji sermayeya me’newî binirxtir nine, û ji dîtingeha min ve xizmet bi gel û nîştiman sermayeya herî girîng e, lewra daxwazê ji ciwanan û bijardeyên Kurd dikim ku riya xizmet bi gel û nîştiman bigrin pêşiya xwe”.