Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komkirina dezgehên mahwareyan li bajarê Urmiyê berdewam e

15:50 - 9 Tîrmeh (Temûz) 2012

Kurdistanemdia: Li bajarê Urmiyê hêzên rejîma Îranê êrîş kirin ser bajarokê “Îslamabad”ê û dest bi ser dezgehên mahwareyî ên hevwelatiyan de girtin.


Li gor nûçeyê gihîşît malpera Kurdistanmedia, berwar 8’ê Tîrmeha 2012’an, hêzên întizamî ên rejîma îslamî a Îranê li kolanên hejmar 70 û 72’ên bajarokê “Îslamabad”a bajarê Urmiyê êrîş kirin ser xelkê û dezgehên mahwareyên hevwelatiyan kom kirin.
Herweha nav û paşnavên xwedî mahwareyan ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine nivîsandin û her kesekê ku “Dîşgerdan” alavê livandina sêla mahwareyê hebûye, 500 hezar tûmen cezaya nexdî jê re hatiye birrîn.
Hêzên rejîmê tevî destbiser de girtina dezgehên mahwareyan, bê hurmetî bi hevwelatiyan kirine û malên wan geriyane.
Herweha heyamek berî niha hêzek zêde a rejîmê bi armanca komkirina dezgehên mahwareyî ên hevwelatiyan li bajarê Merîwanê avêtin ser taxa “Kûreya Mûsewî” û bibê îzn çûn ser ban û nav malên xelkê û piştî gerînê, dest biser çendîn dezgehên mahwareyan de girtibûn.

23’mîn Salvegera Terora Dr. Qasimlo