Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di semînarekê de li zanîngeha Koyê bîranîna “Dr. Qasimlo” bilind hat nirxandin

16:36 - 9 Tîrmeh (Temûz) 2012

Kurdistanemdia: Yekîtiya Xwendekarên Demokrat ên Kurdistana Îranê û Navenda 2’a Kurdistanê bo rêzgirin ji 23’mîn salvegera terora “Dr. Qasimlo” semînarek bevbeş lidar xistin.


Li gor rapora nûçegihanê Kurdistanmedia, roja 8’ê Tîrmeha 2012’an, li Kolêja Yasa a Zanîngeha Koyê, semînarek bi beşdariya birêz “Mistefa Hicrî” bi boneya 23’mîn salvegera terora “Dr. Qasimlo” û hevalên wî li zanînegeha Koyê birêve çû.
Semînarê bi ragirtina xulekek bêdengî bo rêzgirtin ji bîranîna “Dr. Qasimlo” û gişt şehîdên Kuridatnê destpê kir.
Piştre birêz “Elî Munezemî” çalakê siyasî di riya “Skype”, li welatê Norwêjê ve, basek li ser aliyên cur bi cur ên sîmaya “Dr. Qasimlo” wek rêberek jêhatî û demokrat pêşkêş kir.
Piştre birêz “Dr. Keywan Azad Enwer” Mamostayê Dîrokê yê Zanîngeha Silêmaniyê rehendên cur bi cur ên kesayetiya “Dr. Qasimlo” weke rêberek bêmînak di dîroka tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê de xist ber bas.
Herweha birêz “Dr. Hoşmend Elî Mehmûd”, Mamostayê Dîrokê yê Zanîngeha Koyê basek li ser rol û bandora Dr. Qasimlo di gerrên dîroka bizava Kurd û nasandina doza rewa a gelê Kurd bi dinyay derve pêşkêş kir.
Di beşek din de Yekîtiya Xwendekarên Demokrat ên Kurdistana Îranê lewha rêzgirtin ji du pêşmergeyên dêrîn ên rêbaza “Dr. Qasimlo” pêşkêş bi birêzan Ehmed Sembolî “kak Quwet” û “Helmet Kemalî” kir, ku xelatên han ji birêz “Mistefa Hicrî” Sekreterê Giştî yê PDK Îranê ve hat dabeşkirin.
Di dawiyê de lewha rêzgirtin a Yekîtiya Xwendekaran bi endamên wê yekîtiyê ên ku îsal di zanîneghên Herêma Kurdiatnê de xwendina xwe bi serkevtiyane bidawî kiribûn pêşkêş kir.