Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di demijmêrekê de 18 haletên telaqê di Îranê de tên tomarkirin

13:01 - 28 Kanûna Paşîn 2015

Kurdistanmedia: Di dirêjahiya piroseya jihelçûna rêjeya jihev cûdabûnê di Îranê de, rojane harîkêm 440 haletên telaqê ji aliyê Navenda Kutikê ya rejîma Îslamiya Îranê ve tê tomarkirin.

Li gor raporta melpera Kurdistanemdia, pirsgirika aborî di çend salên borî de bi xasmanî piştî sepandina ambargoyên aborî yên dijî rejîma Îranê û bilind bûyîna enfilansiyon û bêkarî li Îranê, sereketirîn sedemên jihelçûyîna temenê pêkanîna jiyana hevpar di Îranê de ye.

Pirsgirika aborî serbarê jihelçûyîna temenê pêkanîna jiyana hevpar, bûye sedema zêdebûna jihev çûdabûnê di Îranê de.

Amarên fermî yên rejîma Îranê bas ji vê yekê dikin ku %20 ji 800 hezar haletên lidarxistina jiyana hevbeş salane li Îranê tûşî telaqê dibin.

Gorî serhejmariyan, rojane 438 haletên telaqê ji aliyê Navenda Kutik a rejîma Îranê ve tê tomarkirin.

Karzan, civaknas û derûnnas, sereketirîn sedemên bilindbûna telaq li Îranê û jûrdehatina asta pêkanşna jiyana hevpar, bi nebûna pêşerojeke hêvîxwaz digerînin.

Karnasê han sedemên sereke yê rewşe wuha bi siyaseta şaş ya rejîm li hundir û derve dizane ku bi zafbûna asta bêkarî ya ciwanan davî tê.
Karnasê han li ser vê bawerê ye ku di hayamê çend salên borî de, bi sedema zorbûna nirxa alavan ku 3 qat zêde bûye û di hember de heqdest tenê %20 zêde bûye.