Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yekîtiya Neteweyî

12:50 - 1 Şibat 2015

N: Şehab Xalidî

Di meha Çileya Paşîn a sala 1946’an de, Pêşewa Qazî Mihemed avakirina Komara Kurdistanê ragehand. Wê demê Pêşewa Qazî Mihemed hêviya rizgariyê ji bo perçeyên din yên Kurdistanê jî xwast.

Lê mixabin temenê wê komarê gellek kurt bû. Niha piştî derbazbûna 69 salan bi ser avakirina Komara Kurdistanê re, em dibînin ku di her sê perçeyên din de guhertinên kûr çêbûne.

Lê mixabin di vê qonaxa hestiyar de, partiyên Kurdistana Rojhilat digel êş û azara veqetiyanên navxweyî, dest û tiliyan nerm dikin, û vê yekê derbên giran li tevgera rizgarîxwaziya Kurdistana Rojhilat xistine.

Xelkê Kurdistana Rojhilat, bi vê rewşa ku partiyên Kurdistana Rojhilat tê de dijîn, gellek xembar in, û hêvî û xwaziya wan ew e ku ew partiyên siyasî bi avakirina yekîtiyeke bihêz di navbera xwe de (di destpêkê de her yek ji wan partiyan di nav xwe de, û piştre jî hemû partî bi hevûdu re), bibin çirûskeke hêviyê ji bo wan, da ku ew jî bi hêviyeke zêdetir û bi dilgermî û coçeke xurttir tevlî xebata ji bo rizgariya neteweyî bibin.

Bê guman partiyên Kurdistana Rojhilat û bi taybetî PDKÎ bi başî hest bi nîgeraniya xelkê Kurdistanê kirine, û her di vê çarçoveyê de ye ku PDKÎ hem bi xwe dest bi gotûbêjan bi hevalên cudabûyî re kiriye, û hem jî daxwazê ji partiyên din dike, ku niha dem dema yekgirtinê û avakirina yekîtiyeke bihêz li ser bingeha berjewendiyên neteweyî ye.

Bi hêviya vê ku xelkê Kurdistana Rojhilat di demeke nêzîk de, vê yekîtiya bihêz bibînin, û bi piştgiriya zêdetir ji tevgera rizgarîxwaziya Kurdistana Rojhilat û bi taybetî PDKÎ, pêngavan ber bi lawazkirin û herifandina rejîma Îranê hilgirin, û komareke din ya demokratîk di Kurdistana Rojhilat de ava bikin. Wê demê ye ku riha pêşewayê Kurdan Qazî Mihemed û hemû şehdên riya rizgariya Kurd û Kurdistanê şa dibe.