Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Termê yek ji kolberên Pîranşehrê hat dîtin

15:11 - 1 Şibat 2015

Kurdistanemdia: Cenazeya yek ji kolberên ku di nav berfê de li devera sînoriya Pîranşehrê mabûn hat dîtin.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, roja Pênçemî 29’ê Çileya Paşîn a 2015’an, hejmarek welatiyên Kurd li devera Pîranşehrê bo dabînkirina debara jiyana xwe dest bi karê kolberiyê kiribûn ku bi sedema berfa zaf û mana wan di rêyan de, wunda bûn ku piştî lêgerîna tîma lêgerîn û havadeçûnê li Pîranşehrê, termê yek kes ji wan kolberan hat dîtin ku cane xwe ji des dabûnê, lê hêj yê din nehatiye dîtin.

Berf û bagera dijwar û serma û seqemê, li nêzî mekanekî bi navê “kanî xuwa” (kaniya xwedê) du kasibkar ji jiyanê bêpar kirin.

Nasnameya Kolberê cane xwe ji dest dane, Îbrahîm Mihemdzade temen 40 salî, kurê Ehmed û Îbrahîm Paymerd teman 27 salî kurê Rehman ragihan.

Di raporta şandî de hatiye: Ew du hemwelatiyên kurd ku bisedema bager û seqemê jiyana xwe wida kirin, xwedî zarok û xêzandar bûn.

Piraniya şêniyên rojhilatê Kurdistanê bi neçarî û nebûna derfetên kar li welatê Îranê, rû bi kolberiya derveyî sînor dikin.

sala borî jî 3 kes li Kêleşîna Şino û 2 kasibkar ji li Urmiyê, bi serma û seqemê jiyana xwe ji dest dan.
Di wê pêwendiyê de, roja pêncşemî (29/1/2015’an), li qereqoleke kevin a ser bi Sipaha Pasdaran a hikûmeta Îslamitya Îeranê, li gundê Baxan ê ser bi navçeya Serşêwe a Meriwanê, du welatiyên Kurd bi tundî hatin birîndar kirin.

Peyamnêrê Kurdpa li Merîwanê, nasnameya wan du Kurdane, Îqbal Şerîfî (40) û Îbrahîm Tam temen (25) salî ragihand.

Jêderekî agah bi peymnêrê Kurdpa re got: Ew du hemwelatî mijûlî komkirina “maziyan“ dibin ku nişkave bi teqîna mayînê re rûbirû dimînin.

Hikûmeta Îslamiya Îranê bi hinceta hebûna hêzên opozosiyonên Kurd ên dijberî wê hikûmetê li rojhilatê kurdistanê, derdorên qereqol û leşkergehan li mayînan paqij nakin. Heya niha bi caran bûyerên teqîna mînnan li deverên Kurdistanê, qûrbanî bi xwe girtine ku bûyera diltezîn a “Neşkaş û kêmendambûna 7 zarokan” mînaka here eşkere û berçav ya wan teqînan tê hejmartin.

Sedemên serke yên bazerganiya sînorî û rû kirin bi kasibkariyê, nebûna derfeta kar, newesifandina dururs a kasibkarî(kar yan zurarên vê) ji aliyê hikûmeta Îranê ve bo welatiyan( xeynî reşandina gulleyan) û her wiha kêmbûna debara jiyanê hatine destnîşan kirin.

Gorî amarên fermî, kirin û firotina kalayan ji sînorên Îran ligel Tirkiyr û Îraqê bi 90 salî beriya niha vedigere.

Diyar. r