Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Deftera siyasî a PDKÎ û hevalên pêşîn ên partê tev hev rûniştinek kirin

14:52 - 3 Şibat 2015

Kurdistanmedia: Di rûniştina hevpar a Polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û hevalên pêşîn ên PDKÎ de pirsa yekgirtinê hat gengeşekirin.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, roja Duşemî 2’ê Şibat a 2015’an, civîna hevpar a her du Defterên Siyasî ên PDKÎ û hevalên pêşîn di bargeha Polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê de, hat lidar xistin.

Di vê rûniştinê de basek li ser mijarên pêwendîdar û pirsa yekgirtin û hewldan bo vêdebirina astengiyên ser riya vê pirsê hatkirin.

Di encama vê civînê de hinek rasparde û biryar hatin dayîn ku di rûniştina pêşerojê de bên gengeşe kirinê.

Di vê pêwendiyê de, di rûniştina her du aliyê Deftera Siyasî a PDKÎ û hevalên pêşîn de, pişikdarkirina civînê liser dirêjedana diyalog û gotubêjan hat tekezkirin.

Awyer. T