Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

999 pêşmerge di şerê dijî DAÎŞ’ê de hatine şehîdkirin

14:20 - 5 Şibat 2015

Kurdistanmedia: Wezareta Pêşmergeyên herêma Kurdistanê, amara şehîd û birîndarbûna hêzên pêşmergeyên Herêma Kurdistanê eşkere kir.

Li gor raporta malpera Kurdistanmedia, ji destpêka êrîşa DAÎŞ’ê bi ser xaka Kurdistanê 4596 pêşmerge bi sedema teqîna mayîn û alavên şer birîndar bûne.

Cîgirî wezareta Pêşmerge, Cebar Yawer di konfiranseke rojnamevanî de ew serjimêrî eşkere kir.

Di wê civînê de Cebar Yawe, hejmara pêşmergeyên Herêma Kurdistanê 999 kes ragihand ku li heyamê nêzî 8 mehan li şerê dijî DAÎŞ’ê hatine şehîdkirin, herwuha navborî hejmara dîl û winda bûyan neda zelal kirin.

Berdevke wezareta pêşmerge li Hewlêrê, hember girteyên bêserûber ên serbirîna DAÎŞ ku ji aliyê pêşmerge û hêzên Kurdî ve tên bilav kirin, bertek nîşan da û got: Kiryarên welo li kesayetiya hêzên Kurdî de cih nagre. Bêrêzî kirin bi kerameta însan, tenê bi DAÎŞ’ê re elaqedar dibe û di çarçoveya mirovayetiyê de nîne.

Li ser vegerîna pêşmergeyan ji Kobanê jî, Cebar Yaver bersiva rojnamevanan da û got: Ew hêz bi destûra serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî çûne û bi fermana wî jî yê bizivirin.

Avyer. T