Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

P.D.P.K.S serdana Deftera Siyasî ya PDKÎ kir

19:56 - 5 Şibat 2015

Kurdistanmedia: Şandek ji Partiya Demokrat a Pêşverû Kurdî li Sûriyê bi serperestiya Hemîd Derwîş serdana Pîlotbîroya Partiya Demokrat a Kurdistana Îran kir.

Li gor raporta malpera Kurdistanmedia, roja Çarşemî 4’ê Şibata 2015’an, şandek ji Partiya Demokrat a Pêşverû Kurdî li Sûriyê bi serperestiya Ebdul Hemîd Derwîş sekreterê giştî yê partiya han û hevdem tevî Elî Şermînî nûnerê PDPKS serdana Deftera Siyasî a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê kirin û ji aliyê Mistafa Hicrî sekreterê giştî yê PDKÎ û hejmarek ji endamên Deftera siyasî û rêberayetiya vê partê ve hatin pêşvazîkirin.

Di vê serdanê de li ser rewşa siyasî a Kurd û rewşa Rojavayê Kurdistanê û xebat û tekoşîna xortên Kurd li Rojavayê Kurdistanê û herwuha nahemahengiya navbera hêzên siyasî yê Rojava û siyaseta mayêtekirina wekatê cîran û hinek aliyê Kurdî ku bi cirekê pêwendiyê rêxistnî tevî Rojavayê hene, baseke befireh hat kirin.

Di dirêjahiya vê rûniştinê de axaftinek li ser mijara siyasî a Kantonê û deverê qetiyayî ên Kurdakinjî hatkirin û weke tirsek li ser yeketiya ax û xelkê Kurdistanê dan zanîn û reçavkirina wê siyasetê weke hêleke bervajî lihevkirina Dihokê ku di navber partî aliyê Kurdî ên rojavayê Kurdistan hat kirin, zanîn.

Herwusa li ser rewşa Rojhilatê Kurdistanê axaftinek hetkirin, di vê axaftinê de amaje bi siyaseta qirêj a rejîma Îslamiya Îranê tevî xelkê Kurdistan û gelê Îranê û tepeseriya demokrasxwaziya Îranê û kirîza aborî a li ser rejîma Îranê seba dirêjedana siyaseta çeka Navikî û givaşên ambarogên aborî ên ku ji aliyê welatên Rojava û Amerîkayê ve li ser Îranê sepandine, hatkirin.

Basek li ser şerê DAÎŞ û siyaseta alîkarî kirina rejîma Îranê bi aliyên terorîstî û radîkalan hatkirin.

Di dawiya vê rûniştinê de her du partiyan nerîn û gotinên xwe li ser domandina pêwendiyan tekezkirin û hêviya serketinê bo hemû aliyan xwastin.

Gadr. D