Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûnerê PDKÎ û pêwendiyên Partiya Kirêkarên Norvêjê hevdîtin kirin

13:37 - 10 Şibat 2015

Kurdistanmedia: Ezîm Elyasî nûnerê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li welatê Norvêjê tevî heyetek ji pêwendiyên Partiya Kirêkarên Norvêjê rûniştin lidarxist

Li gor raporta malpera Kurdistanmedia, roja Înê 6’ê Şibata 2015’an, Ezîm Elyasî nûnerê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li welatê Norvêjê tevî heyetek ji pêwendiyên Partiya Kirêkarên Norvêjê rûniştin lidarxist.

Di vê rûniştinê de basek li ser dîroka PDKÎ, Rojhilatê Kurdistanê, rejîma Îslamî ya Îranê, şerê Herêma Kurdistanê li dijî DAÎŞ, hatina DAÎŞ bo Rojhilata Navîn û aloziyên ku ketine Rojhilata Navîn, hatkirin.

Basa piştî hatina Hesen Rûhanî weke serkomarê Îranê û binpêkirina mafê mirovan û tepeserkirina xelkê Îranê û ferq û cudahiya navbera gelê Îranê û bi xasmanî binpêkirina mafê gelê Kurd, di vê rûniştinê de hat kirin.

Ji aliyek din a vê rûniştinê de bas li ser êrîşên DAÎŞ’ê bo ser Herêma Kurdistan û Rojavaya Kurdistanê û bandorên rejîma Îranê di wî şerî de ku hertim hewl daye şerên xwe li derveyî sînorên xwe bike, kirin.

Di dirêjahiya vê hevdîtinê de nûnerên PDKÎ got ku rejîma Îranê ji riya Qasim Silêmanî fermanê Sipaha Quds bo çendîn sazî û partiyan re givaş anî ku bandorên nikatîf li ser PDKÎ danê û hewla vê yekê dide ku pêşiya çalakiyên PDKÎ bi her riyekê ku bibe bigre.

Jiwan. K