Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Raporek li derheq axivtina rêzdar Mihemed Nezîf Qadirî endamê Deftera Siyasî ya PDKÎ

19:33 - 16 Şibat 2015

Raporek li derheq axivtina rêzdar Mihemed Nezîf Qadirî endamê Deftera Siyasî ya PDKÎ li rêûresma 2’ê Rêbendanê di nawenda 3’ê ya Kurdistanê de

Bi boneya 69’emîn salvegera avakirina Komara kurdistanê di nawenda 3’ê ya Kurdistanê de rêûresmek pêk hat, û di vê rêûresmê de rêzdar Mihemed Nezîf Qadirî axivtinek ji bo beşdaran li ser Komara Kurdistanê kir.

Navbirî di destpêkê de îşare bi xalên bihêz û erênî û deskevtên Komara Kurdistanê kir û got: “Komara Kurdistanê digel vê ku zêdetir ji 11 heyvan nejiya, lê karî di vê heyama kêm de, tevgera Kurd û rêbaza Kurdayetiyê bi awayekî modêrn organîze bike, û karî tevgera Kurd bixe ser pergaleke siyasî ya modêrn ku heya niha jî peyamên Komara Kurdistanê û armancên Komara Kurdistanê, rênîşanderê tevgera Kurdan bi giştî ne.

Komara Kurdistanê karî zimanê kurdî bike zimaneke fermî yê îdarî di Kurdistanê de, û herwisa di xwendingehan de karî ku çand û wêjeya Kurdî vejîne, û bi dehan kovar û rojnameyan di vê heyama kêm de belav bike.

Hêza millî ya Kurdistanê ji hêza pêşmergên Kurdistan hate pêkanîn, û bi awayekî modêrn hate organîzekirin, û ji aliyê efserên nîştimanperwer ên Kurd ve, di warê leşkerî û siyasî û xebata netewî de, bi armanca parêzgarîkirin ji deskevtên Komara kurdistanê hatin perwerdekirin. Peyama hevxebatî û pêkve jiyanê, bi gelên Îranê ragehandin, û digel gelê Tirk karîn li ser bingeheke siyasî û cuxrafiyayî, û li ser xalên hevpar li hev bikin, ku ew lihevkirin heya niha jî bo herdu gelên Kurd û Tirk di Îranê de bingehek pêkvejiyanê û rêbazeke aştîxwazane ye, ku di pêşerojê de jî dikare mîkanîzma vê pekve jiyanê be”.

Navbirî di dirêjiya axivtina xwe de got: “Komara Kurdistanê peyama neteweyî bi civatên xelkê Îranê, û gelê Kurd di hemû parên Kurdistanê de ragehand, peyamek ku karî tevgera Kurd û têkoşerên Kurd li dewra alaya Kurdistanê û armancên Komara Kurdistanê Kom bike.

Hekî em li dîroka Kurdan binêrin û çavekê ji wan dêkyomêntan bikin ku li ser Komara Kurdistanê û li ser siyasetên Komara Kurdistanê û helwêstên wê hatine nivîsandin, rastiyek ji me re eşkere dibe, û ew rastî jî ev e ku Pêşewa Qazî Mihemed wekî kesyetiyekî naskirî di tevgera Kurdan de, wekî serkomarê Kurdistanê, di tewaya civînên tevî dîplomatên Yekîtiya Sovyet ya wê demê û rêberên hikûmeta neteweyî ya Azerbaycanê de, ku boçûna wan ew bû ku Kurdistan Îranê parek be ji îdareya Hikûmeta Neteweyî ya Azerdaycanê, di hemberî wan de helwêst girt, û daxwaz kir ku tevgera Kurd wekî faktereke serbixwe û hikûmeta Kurdistanê wekî hikûmeteke xweser ku şunasa neteweyî pê ve xuya bike, rêz û hurmet jê bê girtin, û bi tu awayî ev siyaseta wan qebûl nekir, û ev yek ragehand ku hekî rojekê qirar be Kurd îdareya xwe bi hikûmeta netewî ya Azerbaycanê ve girê bide, çima bi dewleta nawendî ya Îranê ve girê nede? Ev yek eşkere dike ku Pêşewa û rêberên PDKÎ ku avakerên Komara Kurdistanê ne, li ser şunasa neteweyî û îradeya gelê Kurd pêdagiriyê dikirin. Her ev bîrokeya neteweyî bû ku xebata Kurd li parên din ên Kurdistanê li dewra armancên xwe kom kir”.

Wî xizmeta Barzaniyan jî bi Komara Kurdistanê ji bîr nekir: “Xizmetkirina Barzaniyan bi rêberiya nemir Mela Mistefa Barzanî, xebat û tekoşîna wan û bergirî ji deskevtên Komara Kurdistanê û şer li dijî hêzên dagîrker ên dewleta nawendî û berxwedana wan di nava şanaziyên Komara Kurdistanê de tu haşayekê hilnagirin. Hatina tîmek ji efserên Kurd ji başûra Kurdistanê bona xizmet bi armancên Komara Kurdistanê û perwerdekirina hêza pêşmerge, mînakek zindî ya vê hevxebatiya neteweyî ye. Beşdariya bi dehan rewşenbîr û siyasetvanên parên din ên Kurdistanê li bajarê Mehabadê û xizmetên binirx ên wan, nîşana neteweyîbûn, û heza neteweyî û eşkerekirina hevsoziya digel Komara Kurdistanê û tevgera Kurd di salên 1945, 46, û 47’an di Kurdistana Îranê de ne”.

Rêzdar Mihemed Nezîf Qadirî bas ji pirensîp û bingehên siyasî yên Komara Kurdistanê jî kir û got: “Hekî piştî 69 salan ku bi ser avakirina Komara Kurdistanê re derbaz dibe, em çavekî bi ser pirensip û bingehên siyasî ên Komara Kurdistanê de bigerînin, niha jî ew bingehên siyasî û ew hêmayên neteweyî bo tevgera Kurd di hemû parên Kurdistanê de neguher in, ku dikarin remza rizgarî û berxwedana neteweya Kurd di hemû parên Kurdistanê de bin. Kesayetiya Pêşewa Qazî Mihemmed û xebatên wî yên binirx, wekî kesatiyekî ku jiyana xwe di pêxema rizgariya neteweya xwe û nîştimana xwe de gorî kir, niha jî remza yekîtiya hemû tekoşerên Kurd e di beşên din ên Kurdistanê de, û gelê Kurd şanaziyê jî pê ve dike”.

Navbirî derheq Sirûda neteweyî ya “Ey Reqîb” û alaya Kurdistanê jî got: “Sirûda neteweyî ya “Ey Reqîb” niha jî yek ji wan sirûdan e ku di serdanên fermî û serdana welatên mezin bo herêma Kurdistanê, û bo aliyê hizb û aliyên siyasî û di rêûresmên siyasî de tê danîn, û rêz jê tê girtin, û bûye remza yekîtiya Kurdan di hemû beşên Kurdistanê de.

Alaya Kurdistanê jî wekî hêmayeke neteweyî niha jî li rex alaya mezintirîn welatên cîhanê tê danîn, alayek ku bûye remza berxwedan li dijî terorîzm û dîktatoriyê”.

Li ser peyva “pêşmerge” wekî navekî pîroz, û yek ji deskevtên Komara Kurdistanê rêzdar Mihemed Nezîf Qadirî got: “Pêşmerge jî bûye remza berxwedan û welatparêziyê, ku yek ji deskevtên Komara Kurdistanê ye. Pêşmerge niha di nava nawendên siyasî ên cîhanê de wekî firişteya aştî û demokrasî û welatparêziyê çav lê tê kirin”.

Wî di vê axivtina xwe de rojavaya Kurdistanê jî ji bîr nekir û got: “Di rojavaya Kurdistanê de jî xebata xortên Kurd di vê parê de kariye ku beşek ji armancên siyasî bi dest bixe, û niha jî dirêjîpêdana bi vê xebatê, ji aliyekî ve tevî dewleta Beşar Esed û ji aliyekî din ve li dijî terorîzma DAÎŞ’ê kariye heqaniyeta xwe û îradeya xwe bi civaka cîhanî nîşan bide, û berxwedaniya wan niha bûye çîroka xortên Kurd di hemû beşên Kurdistan û evîndarên rêya azadiyê di seranserî cîhanê de”.

Rêzdar Mihemed Nezîf Qadirî bi vî awayî dawî bi axivtina xwe anî: “Digel rêberên şehîd Dr. Qasimlo û Dr. Şerefkendî û bi dehan xebatkarên rêya azadiyê, carek din em peymanê nû dikin ku heya bidestveanîna armancên Komara Kurdistanê û himbêzkirina bûka serkevtinê heya gehandina Kurd bi nasnameya neteweyî û serweriya neteweyî, em dev ji xebatê bernadin, û mil bi milê hemû hêzên siyasî û pêşkevtinxwazên Kurd û Îranî, emê hewlê bidin ku rejîma Komara Îslamî ya Îranê, wekî rejîma berê bigehînin cezaya xwe, li derheq tawanên di hemberî mirovahiyê û di hemberî azadîxwazên wêlatê me de encam dane, û bi îradeya gel emê nizamek demokrat û federal ava bikin, û gelê Kurd bigehînin azadî û aştî û dadperweriyê”.