Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Silav li Kobanê

19:37 - 16 Şibat 2015

Şehab Xalidî

Herçend Kobanê bû armanca êrîşa ne tenê girûpeke terorîst, belkû kete ber êrîşa dewleta herî hov û terorîst ya serdem, û gellek xortên Kurd xwîna wan rijiya ser xaka pîroz ya Kobanê, û ew bajar bi tewahî wêran bû, û bi sedan hezar kesî aware û koçber bûn, û gellek zarok û jin û mêrên pîr û kal di rewşa herî xirab ya koçberiyê de canê xwe ji dest dan, lê navê Kobanê ne tenê di herêmê de, belkû li sertaserî cîhanê de bû naveke pîroz, û cangorîtî û cesûriya ku keç û kurên Kurd ji bo rizgarkirina vî bajarê ji detsên DAÎŞ’ê ji xwe nîşan dan, tewahiya xelkê cîhanê matmayî kir.

Dijminan gellek dek û dolab bo êxistina Kobanê gerandin, û ji bo bihîstina nûçeya ketina Kobanê xew ji çavên xwe herimandin, lê Kobanê bû qada berxwedana xoertên Kurd yên her çar perçeyan, û ew dersa da dijminên Kurd û Kurdistanê, ku tu carî bîr ji dagîrkariyê nekin, ji ber ku ew nahêlin bihustek xaka wan ya pîroz di destên dagîkaran de bimîne.

Belê xortên Kurd bi taybetî keç û jinên Kurd, 133 rojan, şev û rojên xwe di qadên şerê kolan bi kolan di hemberî dijminê herî hov û mirovkuj yê sedsalê de derbaz kirin. Belê wan xortên leheng karîn ku wî dijminê ku cîhan bi bihîstin û dîtina dîmenên cînayetên wan matmayî mabûn, wisa neçar bi revînê bikin ku xwwe ji termên kuştiyên xwe jî nekin xwedî.

Belê em dikarin bêjin, berxwedana xortên Kurd ya sedsalê hezar carî pîroz be, yekîtiya Kurdên her çar aliyên Kurdistanê ku derseke jibîrnekirî da DAÎŞ û piştgirên DAÎŞ’ê pîroz be. Rizgariya Kobanê ji dê û bavên şehîdên ku bi xwîna xwe ya sor nehêlan Kobanê bikeve hezar carî pîroz be. Belê Kobanê neket û tu carî nakeve.